Ciwanên kantona Firatê tevî topbaranê hevriyên xwe bibîranîn

Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên kantona Firatê komkujiya ku di 25’ê Kanûna 2021’an de li hember ciwanan pêk hat bi meşekê bibîranîn. Jinên ciwan teqezkirin ku ewê bi têkoşîna hevriyên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê serîhildin.

Kobanê- Dewleta Tirk di 25’ê Kanûna 2021’an de endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi balefirên bê mirov bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Îro bi rasthatina duyemîn salvegera komkujiyê, dewleta Tirk ji serê sibehê de navenda bajarê Kobanê bi dijwarî topbaran dike.

Tevî topbarana dijwar ya li ser navenda Kobanê ku tax û binesaziya herêmê tê armancgirtin,  Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di bin diruşmeya “Li dijî êrîşên dagirkerî cenga azadiyê serbixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” meşek li dar xistin. Meş li pêşiya mala li taxa şehîd Peyman ku bûyer lê qewimî birêket, hatibû pilankirin ku meş li goristana şehîd Dicle were bidawîkirin. Lê di encam topbarana bê ser û ber meş çarxeriya Aştî hat bidawîkirin. Di meşê de ciwanan bê navber dirûşmeyên “Berxwedan jiyane”, “Tolhildan”,”Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ronahî Kobanê axivî.

‘Meşa ya bi di kolanan de bersiva ji bo dewleta Tirk bû’

Ronahî Kobanê wiha got: “Weke îro du sal berê, di encama topbarana dewleta Tirk 6 hevalên me şehîd ketin. 6 hevalên me yên kedkar, çalak û pêşeng ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Me îro bi rêxistinkirû bû ku em hevalên xwe li ser goran di gorsitana şehîd Dicle de bibîr bînin. Lê mixabin ji ber ku topbarana dijwar li ser navenda Kobanê heye, me berê meşa xwe da guhertin. Dewleta tirk dixwaze binesaziya herêmê û hemû çavkaniyên jiyanê wêran bike. Ji ber ku dewleta Tirk ji gel, jin û ciwanên me ditirse, pêdiviyên me yên jiyanî diruxîne. Lê em tu carî binketinê jiyan nekin, ne ku em şehîdan bidin ger ku yek ji me bimîne, emê li berxwe bidin û van êrîşan vala derxin. Em hene, li vir in û li qadan in, daketina me ya îro qadan bersiva herî mezin ji bo dewleta Tirk e.”