Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû: 85 DAIŞ’î hatin girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyeke ragihandin ku Qonaxa Seyemîn a Operaseyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 85 çeteyên DAIŞ’ê û alîkarê wan hatine girtin.

Hesekê – Piştî Qonaxa yekem a Operasyona Ewlehiyê ya di 27'ê Adar a 2021'ê, Qonaxa duyem a di 25'ê Tebaxa 2022'an de û di 27’ê Çileyê de jî Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Kampa Holê, hatibû destpêkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, bi daxuyaniyek çapemenî ragihandin ku Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê bi dawî bûye. Fermandar Kanî Ehmed, Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan, Fermandara YAT’ê Çavrê Kobanê jî di daxuyaniyê de amede bûn. Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal ve û bi zimanê Erebî jî ji aliyê Rêveberiya Giştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin.

Daxuyaniya bidawîkirina Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê wiha ye:

‘4 şervanên di operasyonê de cih digirtin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin’

“Di serî de, em şehîdên xwe Rebah Elehmed, Yamin Şedad, Mihemed El Seîd, Ebdilselam El Ehmed û hemû şehîdên xwe yên ku roleke girîng di rêveçûna Operaseyona`` Mirovî û Ewlehî`` li Kampa Holê de lîstin, bi rêzdarî bibîr tînin. Jixwe ev şehîdên me di dema ku bi erkên xwe di peydakirina pêwîstiyên berdewamiya Operaseyonê de radibûn, ji aliyê balfirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedef girtin û gihîştin asta şehadetê.

Wek tê zanîn hêzên me; Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)  bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ û bi alîkarî û piştgiriya hêzên Hevpeymana Navdewletî di dîroka 27`ê Çileya borî de qonaxa Seyemîn a Operaseyona`` Mirovî û Ewlehî`` li Kampa Holê li ser bingeha erkên ewlehî, exlaqî û mirovî li hember niştecihên Kampê, dan destpêkirin. Li aliyekî din jî, ev destpêkirin li gor agahiyên ku me ji mikurhatinên hinek ji endamên şaneyên razayî yên DAIŞ`ê ên ku di demên dawî de hatibûn girtin, wergirtibû ku tê de diyar kirin ku şaneyên wan hewl didin ji mijûlbûna hêzên me di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê de sûd bigirin û xwe rêxistin bikin, pêk hat.

‘Hemû beşên Kampê hatin paqijkirin’

Operaseyon li gorî plana me diyarkiribû bi rêve çû. Tê de hemû beşên Kampê hatin paqijkirin, her wiha gelek madeyên teqemeniyê di nav de mayîn, bombe û kemberên teqemeniyê, her wiha tunel hatin dîtin. Li kêlek van jî, bi dehan ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û hevkarên wan hatin girtin. Jixwe hejmara çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê yên ku bi destan hatine çêkirin diyar dike ku şaneyên çeteyan amadekariyên mezin ji bo pêkanîna çalakiyên di hundir kamê de û desteserkirina kampê kirine. Her wiha girîngiya dema destpêkirina qonaxa seyemîn a vê operaseyona ewlehî jî nîşan dide.

Li aliyekî din, hêzên me karîbûn xwe bigihînin serçeteyê bi navê Ebû Sufyan Ellhêbî ku berpisê çeteyan di hundir kampê û dervî wê de ye. Ev serçete bi rola rêxistinkirina çalakiyên terorîstî di hundir kampê û dervî wê de radibû. Di heman demê de jî şaneyên çeteyan kordîne dikir û plansaziya çalakiyên wan ên di hundr kampê û dervî wê de amade dikir. Lê belê piştî tesbîtkirina cihê wî, hêzên me karîbûn wî li gel çeteyekî din bikujin. 

‘Jina Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto hat rizgarkirin’

Ji milekî din ve, Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku roleke pêşeng di vê operaseyonê de lîstin, bi çalakiyekê taybet karîbûn jina Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto ku beriya 10 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di dema êrîşkirina li ser gundê wê Herdan ê Şengalê de hatibû revandin, rizgar bikin.

Ramanên tundrew û îdeolojiya radîkal ku rêxistina terorîst a DAIŞ`ê xwe pê rêxistin dike, hîn jî di nava kampê de berdewame û bi awayekî sîstematîk di mejiyê zarokan de tê pêşxistin û bicîkirin. Helbet ev yek jî bi armanca afirandina nifşekî nû ku berdewamiya hişmendiya çeteyên DAIŞ`ê bike, tê kirin. Lewra, li ser vî esasî gelek çeteyên ku ev fikrên tunderew û radîkal belav dikirin, di serî de serçeteyê bi navê Ebû Ebdilhemîd ku berpirsê yekser ê belavkirina van fikran bû û di heman demê de jî fetweyên kuştin û tehdîtkirina niştecihên kampê dida, hatin girtin.

‘Operasyon 10 roja berdewam kir’

Hêzên me di vê operaseyona ku 10 rojan berdewam kir, karîbûn erkên xwe bi disiplîn û hesasiyeteke mezin ku tê de hemû rewşên mirovî yên kampê li ber çav hatin girtin, pêk bînin. Her wiha di dema kontrolkirin û paqijkirina beşan de û ji bo serxistina vê operaseyonê û rakirina hemû xeteriyan li ser niştecihên kampê, cihên ewle ji bo van niştecihan hatin avakirin. Li aliyekî din jî, tevî bangewaziya rêveberiya kampê ji rêxistinên mirovî re ku bi erkên xwe di peydakirina kampan ji bo bi cih kirina niştecihan rabin, lê van rêxistinan bi erkên xwe ranebûn. Jixwe ev yek jî destnîşan dike ku alîkariyeke guncav ji aliyê van rêxistinan ve nayê pêşkêş kirin.    

Li milekî din, kêmbûna asta guhdana navdewletî û nerabûna rêxstin û saziyên navdewletî bi erkên xwe derbarê vê xeteriyê. Her wiha rakirina barê rêgirtina li ber berfirehbûna vê terorê di kampê de û kêmkirina hovîtiya çalakiyên teroristî li hember niştecihên kampê li ser milê Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekarî û leşkerî dihêle ku çareserkirina vê pirsgirêk zehmetir bibe.

Wek tê zanîn, operaseyona me ya `` Ewlehî û Mirovî`` rê li ber planên çeteyên DAIŞ`ê ku dixwestin xwe bi hêz bikin û dest deynin ser kampê û derdora wê da ku çalakiyên xwe di hundirê kampê û derdora wê de pêk bînin, girt.  Jixwe armanca me ya  sereke ew bû ku em dorhêleke bi ewle û aram di kampê de peyda bikin. Her wiha vegirandina malbatên DAIŞ`ê ji bo welatên wan jî mijareke girîng e. Ji ber ku rakirina fikrên wan ên radîkal ji holê wê Kampê bi taybet û Sûriyê bi giştî ewle bike û di heman demê de wê cîhanê jî ji xeter û terora wan biparêze.

Qonaxa Seyemîn a operaseyona “Mirovî û Ewlehî” ji bo paqijkirina kampa Holê li vir bidawî dibe, lê belê operaseyon û çalakiyên me heta ku DAIŞ bi yek car nemîne wê berdewam bike. Her wiha çi dema pêwîstî hat dîtin jî em ê operasyonan bi teqez û hûrgilî berdewam bikin.

Bîlançoya Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” ya li kampa Holê wiha ye:

Hejmara çeteyên ku hatin girtin: 85 çete û alîkarên wan.

Çekên hatine desteserkirin: 8 kalaşnîkov, 4 mayîn, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan, 25 funya, guleyek Bisfingê û hejmarek cebilxane bû.

Miqdarek ji kel û pelên leşkerî.

Miqdarek ji madeyên Hişbir.

5 tunel jî hatin jinavbirin.”