Êrîşên Îsraîlê yê li ser Xezayê di roja 126’emîn de ye

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê berdewam dikin. Îsraîl, herî dawî li dijî bajarê Refahê êrîşên hewayî pêk anî.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê di roja 126’emîn de berdewam dike. Herî dawî hate diyarkirin di êrîşan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 27 hezar û 840. Hejmara giştî ya birîndaran bû 67 hezar û 317an.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, hate diyarkirin balafirên Îsraîlê di saetên şev de li dijî bajarê Refahê ya başûrê Zîvala Xezayê û herêma Deyr el-Belah a beşa navînî êrîşa hewayî pêkanî. Di encama bombebarana balefirên şer ên Îsraîlî ya li dijî nîştecihên stargehbûnê de 3 jê zarok herî kêm 8 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne.

Dibistan dayikê hate hedef girtin

Her wiha di encama hedefgirtina malên li Refahê de ji malbata Es-Sayyîd 3 kes û 5 ji malbata El Nahhal jiyana xwe ji dest dan. Hate diyar kirin di êrîşa Îsraîlê ya li dijî dibistana dayikê ya kesên ji herêma El-Zawayîda ya li navenda Şerîda Gazzeyê koçber bûne xwe spartibûn de jî herî kêm 5 Filistînî mirin û gelek kes jî birîndar bûne.

Divê agirbest pêk were

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres, di civîna çapemeniyê ya li dar xist de diyar kir nîvê gelê Xezayê ji Refahê re hatine temdan û da zanîn gel ne ji ber dixwestin çûn, neçar hatin hiştin û wiha got: “Tişta ku em Xan Yunis û aliyên din ên Xezayê dibînin trajediyek hovane ye û divê beriya ku Refah jî bikeve heman rewşê agirbesta mirovî bê misoger kirin.”