Li peravên Tûnisê 13 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Li peravên Safakesê yên Tûnisê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Di encamê de 13 koçberên Sûdanî jiyana xwe ji dest dan, 27 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Medyaya Tûnisê ragihand ku li peravên Safakesê yên Tûnisê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî avê bûye. Hat ragihandin ku di encama lêkolînan de cenazeyên 13 koçberên Sûdanî hatine dîtin û 27 kes jî winda ne.

Du kesên ku filitîn diyar kirin ku keştî ji peravê Cebînîanayê bi rê ketiye lê noqî binê avê bûye.

Koçberên rizgarbûyî destnîşan kirin ku di keştiyê de 42 Sûdanî hebûn.