Jinên Efgan NY’yê hişyar kirin

Jinên Efgan bertek nîşanî tevlibûna Talîbanê ya civîna ji aliyê NY’yê ve bê lidarxistin dan û diyar kirin ku ev rewş Talîbanê rewa dike û wiha gotin: “Em dixwazin Talîban ji ber sûcên ku kirine bê darizandin.”

Navenda Nûçeyan- Komek jinên ku li Efganistanê xwe weke "Jinên Xwepêşandar" bi nav dikin, der barê civîna Dohayê ya wê di 17'ê Sibatê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bê lidarxistin û rêveberiya Talîbanê jî tevlî bibe de, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

'Hûn Talîbanê rewa dikin'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Talîban muzakereyê heq nake, li şûna vê divê were darizandin û anîn ziman ku tevlikirina civînê, Talîbanê rewa dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş dê hêzê bide Talîbanê û ev tişt hat gotin: “Ev rewş rê li ber Talîbanê vedike ku ji nû ve Efganistanê kontrol bike. Divê were fêmkirin ku ev civîn, xizmeta vê armancê dike.”

‘Divê Talîban bê darizandin'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên muxalîf ên li dijî Talîbanê jî dê tevli civînê bibin û daxuyanî wiha domiya: “Em dostên xwe yên protestovan şiyar dikin ku bila bi Talîbanê re bi tu awayî hevdîtinê pêk neynin. Li şûna vê em dixwazin Talîban ji ber sûcên ku kirine, were darizandin. Hewldana hinek jinên protestovan ên ku dixwazin bi Talîbanê re tevli civînê bibin, didome. Divê eşkere were zelalkirin ku tu kesên di forûman de bi Talîbanê re dikevin civînan, jinan an jî jinên protestovan temsîl nakin.”

'Divê Talîban ji ber sûcên ku kirine were darizandin'

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Yên ku di bin navê temsîlkirina jinên xwepêşander de tevli van muzakereyan dibin, têkoşîna jinan a li dijî vê koma sûcan û lêgerîna edaletê asteng dikin. Ev koma sûc, nûneriya gelê Efgan û bi taybetî jî ya jinên Efgan nake û berpirsyariya encamên ji van hevdîtinan derdikeve dê li ser milên kesên ku hevdîtinê dikin be. Em weke jin tenê dikarin li dijî Talîbanê têkoşîneke bi biryar bimeşînin. Em tevlibûna ku dê zirarê bide pîvanên me red dikin. Em weke mexdûrên sîstematîk ên Talîbanê dibêjin ku divê ev kom di dadgehên navneteweyî de were darizandin. Em ji diyaloga bi Talîbanê re dibêjin na. Bijî têkoşîna jinên protestovan. Bi hêviya ku lêgerîna edaletê û azadiyê ya gelê Efganistanê bi ser bikeve.”