Li Xarpêtê jinek ji aliyê çawişê pispor ve hat qetilkirin

Li Xarpêtê çawişê pispor ê bi navê Murat Coşan Burcu Demîr a ku dixwest wî berde qetil kir.

Navenda Nûçeyan- Li Xarpêtê teknîsyena fîzyoterapiyê Burcu Demîr a 32 salî ku beriya mehekê bi çawişê pispor Murat Coşan re zewicîbû û dixwest hev berdin ji aliyê, Murat Coşan ve hat qetilkirin. Bûyer duh danê sêbehê li ber nexweşxaneya taybet a taxa Olgunlara Xarpêtê qewimî.

Murat Coşan ê ku 6 meh berê çeka wî ji ber pirsgirêkên derûnî jê hatibû girtin, rojên borî çeka xwe ji yekîneya xwe girtibû. Duh, danê sibehê êrîşkar li ber nexweşxaneya ku Burcu Demîr lê dixebitî disekine û dibêje ez ê tiştek bidim te lê dûre wê qetil dike.

Murat Coşan ê ku Burcu Demîr qetil kir, dûre bi maşîneya xwe reviya û hê jî nehatiye girtin.