Li Mexmûrê paraznameyên Ocalan tê xwendin: Ji bo me nexşereyek e

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di çarçoveya rêzeçalakiyên 15’ê Sibatê de parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwendin. Jinên di xwendina paraznameyan de amade bûn gotin: “Parazname ji bo me nexşereyek e.”

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 1’ê Sibatê de starta çalakiyên 15’ê Sibatê hat ragihandin. Di çarçoveya şermezarkirina Komploya Navnetewî de perwerdeyek di çarçoveya rêzeçalakiyên 15’ê Sibatê de di 5’ê mehê de hat dayîn û ev perwerde heta 12’ê Sibatê wê bidome. Perwerde bi beşdarbûna çalakvan û şêniyên wargehê li Saziya Ciwanan tê dayîn. Di perwerdeyê de parêzname û dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê guhdarkirin.

Helîm Kara ya ku yek ji beşdarvanên perwerdeyê ye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li beramberî sîstema desthilatdar û kapîtalîst hêza bidestxistina azadiya gelan û rizgarkirina mirovahiyê ye.

Helîm Kara diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li her deverê di nava çalakiyan de ye û wiha got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkneyê emê dinava çalakiyan de bin û li ser lingan bin. Dema em temaşeyî girtîgehan dikin dinava ewqas şert û mercên giran de çalakiyên xwe pêktînin. Ji bo wê divê em ji derve hîn zêdetir xwe rêxistin bikin, têkoşîn û çalakiyên xwe hîn mezintir bimeşînin. Di heman demê de meşa ku ji bo Rêbertî li Bakurê Kurdistanê pêkhatî mirov kêfxweş dike û hêviyên me mezintir dike. Dema li çalakiyên Ewrupa jî em dinêrin, kesên enternasyonalîst, siyasetmedar û zanyarên biyanî ku kesayetên girîngin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dinava hewldanan de ne. Dema em wana dibînin em dibêjin ger kesên ku ne ji qewmê me jî bin ewqas dinava hewldanan dene, divê em wek gelê Kurd hîn zêdetir hewldan bikin û têkoşîna xwe hîn xurttir bidin meşandin.”

‘Parêznameyên Rêbertî ji bo me nexşerêyek e’

Helîm Kara wiha qala destpêkirina çalakiya guhdarkirina dahûrandin û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Ev çalakiya ku ji bo Rêbertî hatî destpêkirin ya guhdarkirina parêznameyên Rêbertî ji bo me gelek girînge. Çawa ku di her olî de pirtûkek wan a pîroz heye, parêznameyên Rêbertî ji bo me ewqas pîroz in ango ji bo me nexşerêyeke. Em bi guhdarkirina parêznameyan hîn zêdetir wî nas dikin, xwe nas dikin û civaka xwe nas dikin. Divê em parêznameyên Rêbertî derbasî jiyana xwe bikin, ji xwe re wek rêyek bibînin û li ser bimeşin. Parêznameyên Rêbertî ji bo pêşeroj, hebûn û azadiya me alternatîfeke ango ji bo me her tişt e. Di heman demê de ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd ji bo azadiya hemu gelên bindest, mirovahî û kesên ku daxwaza mafên demokrasiyê dikin alternatîfe û divê em di jiyana xwe de bikin xala herî girîng û sereke.”