Newaya Jin ‘di 8'ê Adarê de berxwedan’ nivîsand

Rojnameya jinan Newaya Jin di hejmara xwe ya Adarê de bi sernavê "8'ê Adarê roja hesabpirsînê ye" hem balê dikşîne li ser têkoşîna 8'ê Adarê hem jî balê dikşîne wêneyê ku piştî hilweşîna erdhejê derket holê.

Navenda Nûçeyan – Hejmara Adarê ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin ku li Ewropayê weşan dike, bi xwînerên xwe re hev civiya. Rojnameya ku bi sernavê "8'ê Adarê roja hesabpirsînê ye" derket, hilweşîna ku erdheja 6'ê Sibatê pêk hat û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi manşeta "Dewlet di bin kavilan de ma” di manşeta xwe ya jêr de weşand.

Sernivîsa rojnameyê ji aliyê Hêja Zerya ve hatiye nivîsandin. Hêja Zerya ya girêdana şoreşa Kurdistanê û 8’ê Adarê analîz kir, bal kişand ku 8’ê Adarê di heman demê de roja hesabpirsînê ye û wiha got, “Dem dema ku li hemberî êrîşên hovane yên ku dixwazin mirovahiya me di bin xirbeyên erdhejê de bifetisînin, bi hişmendî û helwestek mezin a welatparêzî lezgînkirin û misogerkirina vegera li cewherê ye.”

8’ê Adarê bi erdhejê re xwendin

Nivîskar Ronahî Serhat, bal kişand ser girîngiya çalakiyên di 8’ê Adarê de bên kirin û bi van gotinan bang li xwînerên xwe dike: “Em bi 8’ê Adarê ji bo hilweşandina faşîzmê tên. Em tên da ku birînên dilên xwe yên xemgîn bikewînin û bajar, gund û taxên xwe yên hilweşiyane ji nû ve rakin ser piyan.”

Nivîskar Roza Metîna di gotara xwe ya li ser erdhejê de balê dikişîne ku dewlet çawa karesatên xwezayî vediguherîne qetlîaman. Nivîskar Roza Metîna, bi nivîsa xwe ya bi sernava “Dewlet di bin kavilan de ma” bal dikîşîne ku desthilatdariyê çawa karesata xwezayî veguherand komkujiyê.

Nivîskara ekolojiyê Guler Yildiz jî bi nivîsa xwe destnîşan kir ku ev karesat bi gotina “qederê” nayê qebûlkirin.

Nivîskara Dilar Dirik tiştên dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” nîşan dide vegot, Nazan Ustundag jî bi nivîsa xwe ya bi sernava “Potansiyela bi hev re tevgerkirinê” ku dewama nivîsa di meha Kanûnê de nivîsî ye, bal dikîşîne ser hêza enternasyonalîzma jinê.

Ji jinên cîhanê nivîs

Rojnameyê di hejmara xwe ya Adarê de, rûpelên xwe ji jinên cîhanê re jî vekir. Di rojnameya ku cih dide analîzên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Abya Yalali, yek ji pêşengên têkoşîna jinan û têkoşîna parastina çavkaniyên xwezayî Aura Lolita Chavez ya ji Guatemalayê, li Abya Yala behsa têkoşîna xwe ya parastina ax, av, jin û jiyanê dike.

Ñizol Lonko Juana Calfunao ya ji Mapuchê jî, polîtîkaya kedxwarî û têkoşîna wan a li dijî wê dane parve dike.