Narges Mohammadî: Serkeftin ne hêsan e lê teqez e

Çalakvana mafên mirovan Narges Mohammadî di nameyeke ku ji Komîteya Aştiyê ya Nobelê re şandiye, piştrast kir ku girtina xelatê bihêzkirina xwenîşandan û tevgerên civakî yên li çar aliyên cîhanê de xaleke veguherînê ye.

Navenda Nûçeyan –  Çalakvana mafên mirovan Narges Mohammadî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan, îsal xelata Nobelê ya aştiyê girt.

31’ê Cotmehê, çalakvana mafên mirovan û siyasî ya girtî di girtîgeha Evînê de û xwediyê xelata Nobelê ya aştiyê ya îsal Narges Mohammadî, nameyeke spasiyê ji Zindana Evînê ji Komîteya Aştiyê ya Nobelê re şand û tê de teqez kir ku dayîna vê xelatê bo ew weke xaleke zivirînê di xurtkirina tevgerên protestoyî û civakî de li seranserê cîhanê tê dîtin.

‘Serkeftin ne hêsan e lê teqez e’

Peyama ku li ser hesabê wê yê medyaya dîjîtal û malpera Nobelê ya Aştiyê hat weşandin û ji aliyê keça wê Kayana Rehmanî ve di vîdyoklîpekê de hat xwendin. Di pêyamê de hat gotin "Serkeftin ne hêsan e lê teqez e" bang li Komîteya Aştiyê ya Nobelê hat kirin ku piştgiriya gelê Îranê bikin.

Narges Mohammadî di peyama xwe de amaje bi vê yekê kir ku hêza şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi hêza jinan e, ji ber ku bi serkeftinê piştrast in û got ku ew niha bi hêza xwepêşandana gelê Îranê cezayê xwe li girtîgeha Evînê derbas dike hebûna xurt û diyar a jinan di xwepêşandanên li dijî siyasetên ku Îranê li dijî wan dimeşîne, di peyama xwe de spasiya 46 girtiyên siyasî û bîrdozî ji endamên Komîteya Aştiyê ya Nobelê re ragihand.