Mukaddes Alataş: Zêdebûna tundîtûjiya li Kurdistanê bi hebûna qeyûman ve girêdayî ye

Parêzvana Mafên Jinan Mukaddes Alataş, bal kişand ser bûyerên tundî, îstîsmar, komkujî û destavêtina li ser jin û zarokan ku di demên dawî de li Kurdistanê zêde bûne, divê ji hebûna qeyûman cuda neyê nirxandin û diyar kir ku ji ber alternatîfên nû li şûna navendên jinan ên girtî nehatine afirandin rewşek wiha derketiye holê. Mukaddes Alataş bang kir ku li dijî zêdebûna bûyerên tundî û îstîsmarê di warê qanûnî de bikevin nava tevgerê.

Amed - Di ser qeyûmên ku di Îlona 2016’an de bi talîmata Wezareta Karên Hundir dest pê kirin û piştre li hemû şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin tayînkirin, 5 sal derbas bûn. Qeyûmên ku hatin tayînkirîn destpêkê navendên jinan ên ku li Kurdistanê xebatên jinan dimeşandin kirin hedef. Bi  qeyûman re deriyên 43 navendên jinan ên li bajarên Kurdistanê bi awayekî aktîf dixebitîn hatin girtin. Navendên ku nehatine girtin bi tevahî bê erk bûn. Piştî ku navendên jinan hatin girtin tu alternatîfên nû nehatin afirandin, li bajarên ku lêkolîn nehatin kirin bûyerên şîdet û îstîsmara li dijî jin û zarokan zêde bûn. Di van rojên ku em her roj bi nûçeyên îstîsmar, fuhûş û kuştina jinan şiyar dibin de, wêraniya ku li Kurdistanê ji aliyê qeyûman ve hatiye çêkirin, xwe bi rengekî cuda derxistiye holê.
“Zirarên ku destkeftiyên jinan ji wan zirar dîtine ketin raporan”
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Adara 2019'an de piştî tayînkirina qeyûman bi "Rapora Qeyûm" a ku amade kiribû, zirarên ku qeyûman li destkeftiyên jinan kirine ji raya giştî re eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku bajarên ji bo vekirina navendên jinan 3 şaredarên jin lê hatine hilbijartin wekî herêmên pîlot hatine qebûlkirin û li van bajaran xebatên resen hatine kirin. Di raporê de hat gotin ku beriya qeyûm tayîn bikin 43 navendên jinan hebûn, hat destnîşankirin ku ev navend bi qeyûman hatine girtin û jinên kedkar ji kar hatine derxistin. Dîsa bi tayînkirina qeyûman re li 3 bajarên mezin li Rêveberiya Daîreya Polîtîkayên Jinê re rêveberên mêr hatin tayînkirin.
“Bûyerên tundiyê zêde bûn” 
Parazvana Mafên Jinan Mukaddes Alataş a ku beriya qeyûm bên tayînkirin di nava xebatên jinan de cih girt, guhertinên civakî yên li herêmê piştî hilweşandina xebatên jinan ên di wê pêvajoyê de pêk hatin nirxand. Mukaddes Alataş a ku di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên tundîtûjiya li hemberî jinan ên li Tirkiyeyê her sal zêde dibin û diyar kir ku piştî sala 2009'an ji ber zêdebûna şîdeta li ser jinan, hikûmetê biryar da ku daneyên li ser şîdeta jinan neyên dayîn. Mukaddes Alataş, anî ziman ku piştî sala 2013'an ti daneyên şîdeta li ser jinan ji aliyê jinan ve nehatine bidestxistin û got ku zêdebûna şîdet û newekheviya zayendî hemû jinên ku li Tirkiyeyê dijîn eleqedar dike.
"Me li ser têkoşîna li dijî tundiyê gelek nîqaş kir" 
Mukaddes Alataş, diyar kir ku wan bi rêveberiyên herêmî re li ser têkoşîna li dijî şîdetê ya li herêmê gelek nîqaş kirine, anî ziman ku ew li ser têkoşîneke alternatîf çawa dibe fikirine. Mukaddes Alataş, diyar kir ku ew di têkoşîn û xebatên şaredariyan de bi destxistina şaredariyan derbasî asteke bilindtir bûne û xebatên xwe wiha nirxand: “Li welatên cîhanê yên pêşketî, rê û rêbazên têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan her tem tên nîqaşkirin. Em ji ber ku li dijî rê û rêbazên heta niha Tirkiyeyê li dijî tundiyê meşandiye têr nabînin, dest bi pêşxistina rê û rêbazên xwe kiriye. Piştî ku me rêveberiyên herêmî girtin, me got ku em dikarin li her rêveberiyek herêmî ku nifûsa wê 50 hezar derbas dibe, stargehekê vekin. Nêrîna me ya li ser van stargehan jî li ser wê yekê bû ku em dikarin stargehan veguherînin qada jiyanê ya azad. Belê, jin şîdetê dibinîn û tên li vir lê pêwîst e ku bi vê tevna hevgirtinê têkoşîna li dijî tundiyê xurtir bibûya.”
“Me di hemû şaredariyan de navendên şêwirmendiya jinan vekir” 
Mukaddes Alataş, destnîşan kir ku piştî şaredarî bi dest xistin di hemû şaredariyan de navendên şêwirmendiyê vekirine û wiha got: “Me navendên jinan vekir û bi civaknas û derûnnasên ku navendên jinan xurt kirin re xebitîn. Me bi van jinan re konferans, panel û komxebat li dar xist. Bi vî awayî me di têkoşîna li dijî tundiyê de riyên pêşxistin, perwerdekirin û xurtkirina xwe da qezenckirin. Ez wiha difikirim ku em bi vê hêzê riyeke dûr û dirêj hatine. Me stargeh vekirin û li bajaran ji bo ezmûnên erênî yên jinan xebat meşand.”
“Hikûmetê xwest şîdeta li ser jinan ji nedîtî ve were” 
Mukaddes Alataş, anî ziman ku wan bi "Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Şîdetê" ya ku hikûmetê dixwest di wê pêvajoyê de vebike, manevrayên siyasî kirin û destnîşan kir ku armanca hikûmetê ew e ku bi van navendan ew ê ku tundîtûjiya li ser jinan ji nedîtî ve were. Mukaddes Alataş got; "Dewlet di vê pêvejoyê de li herêmên pîlot 'Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Şîdetê' vekir. 235 rêxistinên jinan ên li seranserê Tirkiyeyê li dijî şîdetê şer dikin, di dema avakirina ŞONÎM'an de pêşniyar kirin ku li ser afirandinê bisekinin. Di destpêkê de ev yek hat qebûlkirin lê piştre hemû saziyên jinan ji vê hatin dûrxistin. Bi  navendên pêşîlêgirtina şîdetê hewl didin wê bi tevahî weke manevrayeke siyasî ya hikûmetê navendî bikin, rastî jî dixwazin tundiya li ser jinan ji nedîtî ve werin de fêm kir. Me wan red kir. Me xwest em li vir bi armanca vekirina malên stargeh ên girêdayî şaredariyan piştgirî bidin jinan.”
"Qayûman pêşî navendên jinan kirin hedef" 
Mukaddes Alataş, bi van gotinan bal kişand ser hilberînên xebatên ku meşandine; "Me di têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinan û newekheviya zayendî de riyek gelekî bi tendurist û baş bi dest xist" û da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re hemû xebat ji holê rabûn. Mukaddes Alataş bi bîr xist ku qeyûmên ji şaredariyan re hatine tayînkirin pêşî navendên jinan kirine hedef û wiha got: “Piştî desteserkirina hemû rêveberiyên herêmî û qeyûman, pêvajoyeke ne demokratîk dest pê kir, li ser hemû kesên ku di vî warî de dixebitin zexteke sîstematîk a gelekî giran derketiye holê. Paşê çi qewimî; navendên jinan hatin girtin, xebatkarên jin ji kar hatin avêtin û gelek ji wan hatin binçavkirin û girtin. Zextan roj bi roj bi rê û rêbazên cuda berdewam kir. Stargeh bi qeyûman re dewrê ŞONÎM'ê hatin kirin. Li piraniya navendên jinan qursên quranê hatin vekirin. Zîhniyeta ku jin dirûtinê dike û xwarinê çêdike ku rolên zayendî ji bo jinan layiq dibînin, bi qeyûman re li şaredariyan dest pê kir." 
Mukaddes Alataş, anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman re navendên jinan hatine girtin û bêpeywirkirin, bi rawestandina xebatên jinan re li herêmê tundiya li ser jinan zêde bûye û da zanîn ku bêyî avakirina destkeftiyên demokratîk, bi tunekirina destkeftiyan re ev tundî zêde bûye û got dewletê piştî wê pêvajoyê hemû xebatên xwe yên mafên mirovan rawestand.
“Destkeftiyên jinan hatin berovajîkirin”
Mukaddes Alataş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li her derê rewş wiha ye, dema dewlet ewlehiya xwe di xetereyê de dibîne jin, mafên mirovan û hemû mafên bingehîn tên rawestandin. Ev hemû maf niha hatine rawestandin. Hemû destkeftiyên ku me afirandine berovajî kirine. Di encamê de tundiya li ser jinan jî zêde bûye. Qadên ku jin dikarin biçin qadên ku me bi dest xistine bûn. Lê nêzîkatî û polîtîkayên li wan qadan bêyî ku jinan bişînin malên xwe bidomînin, li hemberî zêdebûna şîdetê, xuya ye ku ev der we nikaribin pêşwazî bikin. Ev zêdebûn li tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê jî heye.”
“Divê qanûn li dijî tundî û îstîsmarê bikeve nava tevgerê” 
Mukaddes Alataş, anî ziman ku divê qanûn li dijî tundî û îstîsmara ku zêde dibe bikeve nava tevgerê û wiha got; “Her roj jinek li nav kolanan tê kuştin, îstîsmara zayendî li zarokan tê kirin, ev yek êdî asayî bûye, em ji destavêtina komî û xistina xefikan bigrin, di civakê de fesadiyek pir zêde heye. Ger dewlet guh nade mafên mirovan û ger qanûn tunebin dê çete derkevin holê û rêxistinên sûcên organîze jî li ser kar bin. Ew ji cihên ku qanûn tune ye û pevçûn hene, xwedî dibin. Çeteya fuhûşê ya ku herî dawî li Colemêrgê derketiye holê mînaka vê ye. Divê li hemberî wan tedbîr bên girtin û hiqûq bikeve nava tevgerê.”