MKG bertek nîşanî hedefgirtina nûçegihan Ciwana Cûmaa da

MKG'ê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî gefên li nûçegihana Ronahî TV Ciwana Cûmaa da û ji bo parastina azadî û rastiyê banga hevgirtinê kir.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) diyarkir ku piştî qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye de, gefên li dijî rojnamegeran di dome.

MKG'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êrişa li dijî rojnamegeran berdewamiya zexta sîstematîk a li ser xebatkarên çapemeniyê ye ku rastiyên herêmê ji cîhanê re radigihînin û ev tişt hate gotin: “Hevalên me ji ber ku hewl didan rastiyan li herêmê ragihînin bûne hedef û jiyana xwe ji dest dane."

 ‘Ciwana Cumaa di hedefê de ye'

MKG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nûçegihana Ronahî TV  Ciwana Cumaa jî di bin tehdîdeke bi vî rengî de ye û destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî yên li dijî xebatkarên çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan ji bo ku rastî neyê eşkerekirin e.  MKG'ê da xuyakirin ku ev êriş rastî bertekên raya giştî ya navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û saziyên rojnamegeriyê jî hatiye.

'Êriş li dijî azadiya çapemeniyê ye'

 MKG'ê di daxuyaniya xwe de xwest, ev êrişên li dijî rojnamegeran tavilê bên rawestandin û got: “Gef û hedefgirtina rojnameger Ciwana Cûmaa û hevalên me yên din, êrişeke rasterast a li dijî azadiya çapemeniyê û mafê agahî girtina gel e.”

'Rastî nayên veşartin'

MKG'ê diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên bi vî rengî yên ku bi polîtîkayên çewisandin û tehdîdê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, di nava piştevaniyê de bin û got: “Parastina heqîqetê û li dijî hedefgirtina rojnamegeran bilindkirina dengê hevpar îro ji her demê girîngtir e. Rastî nayê bêdengkirin. Divê rojnameger neyên hedef girtin.”