Koçberên Sêrekaniyê li dijî dagirkeriyê name radestî NY’ê kirin
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi dirûşmeya “Vegera bi ewle ya Serêkaniyê” meşiyan û bi daxwaza bi dawî kirina dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî nameyek radestî NY’ê kirin.
Qamişlo – Li ser dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha sala 2019’ an de 6 sal derbas bû. Piştî dagirkeriyê bi hezaran welatî neçar man koçberî cihên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Komîteya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Vegera bi ewle ya Serêkaniyê” meşekî girseyî lidar xistin.
Meş bi tevlîbûna Komîteya Koçberên Serêkaniyê, nunerên Rêweberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û bi hezaran koçberên ji Serêkaniye û şêniyên bajarê Qamişlo li ber stadyuma 12’ê Adarê a bajêr destpê kir, heyanî avahiya Komîseriya Penaberan a NY’ê berdewam kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Vegerek bi ewle û bi rumet dixwazin” hat hildan.
Piştî meş gihişt ber Komîseriya Penaberan a Netewên Yekbûyî (NY) deqeyek rêz hat girtin û paşê nameya koçberan ji aliyê Rêveberiya Dibistana Kampa Waşokanî Fatma Elî ve hat xwendin.
Nameya koçberan wiha bû:
“Piştî ruxandina rêjîma Esad guhertinên ku li Sûriyê çêdibin em jî dixwazin daxwaz û dengê me di hemû, dezgehên Navneteweyî de bên bîhistin. Ew zêdetirî 5 sal in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, li heremên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine. Li gor raporên Neteweyên Yêkbuyî ji sedî 85 nifusên xwecîhî, ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û gelek pêkhateyên din, ji cîh û warên xwe koçber bune. Li şûna wan bi deh hezaran kesên ji Sûriyê, li cîhê wan hatine bi cîh kirin. Em dixwazin hûn dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, ên li ser heremên Serêkaniyê û Girê Spî bibînin. Operesyonên bi navê ‘kaniya aştiyê’ dan despêkirin û dest danîn li ser milk û malên sivîlan û herêm wêran kirin. Ew hemû ji aliyê komên bin navê Artêşa Nîştîmaniya Sûriyê ve hatin kirin. Em hêvîdar in ku hûn daxwazê me yên rewa bi dest xwistina vegereke bi ewle di zûtirîn demê de bi cîh bînin.”
Piştî xwendina nameyê, name ji aliyê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê ve radestî Komîseriya Penaberan a NY’ê hate kirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.