Hejmara kesên li Xeza jiyana xwe ji dane gihîşt 46 hezar û 584’an

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya bi mebesta roja 465’an a êrîşan de ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 46 hezar û 584 kesan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê cotmeha 2023’an ve li dijî Zîvala Xezayê bê navber didomin. 

Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê di daxuyaniya ku bi vê mebestê daye de têkildarî êrîşên Îsraîlê ku ev 465 roj in li dijî Zîvala Xezayê didomin de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav 24 saetan de Îsraîlê li Zîvala Xezayê 2 komkujî pêk aniye û di encamê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, 71 kes jî birîndar bûne.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 46 hezar û 584’an, hejmara birîndaran bû 109 hezar û 731. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê di bin xirbeyan de û li kêleka riyan cenaze mane, lê belê ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bighînin cenazeyan.