Di 100 rojên dawiyê de li Xezayê nêzî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
Ofîsa ragihandinê ya hikumetê diyar kir ku li Xezayê di 100 rojên dawiyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye nêzî 5 hezar kesan, hejmara birîndaran jî 9 hezar û 400 kes derbas kiriye û birînên gelek ji wan jî xeter û giran in.
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve êrişên xwe yê li ser Zîvala Xezayê didomîne. Di encamê de bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî neçarî koçberiyê bûne.
Îro di saetên sibehê de Îsraîl kombûna sivîlan li wargeha El Şatê ya rojavayî Xezayê hedef girt. Di encamê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Her wiha êrişî dibistanekê kir ku tê de koçber bi cih bibûn û di encama vê êrişê de 4 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Beriya niha jî 5 welatî ji ber êrişên Îsraîlê ku malek li taxa Şûceîyê ya Rojhilatê Xezayê hedef girtibû, jiyana xwe ji dest dan. Di heman wextê de jî avahiyên niştecihî li herêma Sifdawî ya bakurê Xezayê jî armanc girt.
3 welatî di nav de du zarok di encama avêtina fişekan ji hêla hêzên Îsraîlê ve li bajaroka Cebea ya başûrê bajarê Cenînê de birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Her wiha 5 kes encama êrişên ku wargeha Birêc ya di nav zîvalê de hedef girtibû jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de konek koçberan li herêma Heker ya başûrê Dêr Beleh jî hate hedef girtin.
2 hezar û 600 kes hatiye dîlgirtin
Ofîsa ragihandinê ya hikumetê diyar kir ku li Xezayê di 100 rojên dawiyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye nêzî 5 hezar kesan, hejmara birîndaran jî 9 hezar û 400 kes derbas kiriye û birînên gelek ji wan jî xeter û giran in. Her wiha ragihand ku 2 hezar û 600 Filistinî ku di nav de jin û zarok jî hene hatine dîlgirtin.
Zêdetirî 11 hezar kes wenda ne
Li gor ofîsê bi sedan kes di bin avahiyan de winda ne û xebatkarên tendirustî û parastina sivîlan ji ber dewamkirina êrişan nikarin xwe bigihînin kesên di bin kavilan de ne. Hejmara kesên windabûne ji destpêka şer heya vê kêliyê 11 hezar kes derbas dike.
Bang
Ofîsa ragihandinê bang li rêxistinên navnetewî kir ku bi lez tev bigerin û mudexeleya rawestandina komkujiyên qirkirinê ku Îsraîl ser Xezayê de pêk tîne, bikin..