Mîrateya Zeyneb Erdem bi Akademiya Şehîd Jiyan didome

Jinên Wargeha Mexmûrê, bi Akademiya Şehîd Jiyan a di sala 2003’an de hat avakirin, mîrateya ku ji şoreşger Jiyan (Zeyneb Erdem) girtine, didomînin. Akademî bi salan e jinên wargehê di gelek aliyan de perwerde dike.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Akademiya Şehîd Jiyan a di sala 2003’an de navê xwe ji Şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) a di 13’ê Îlona sala 1995’an de li Etrûşê bi gulebarana peşmergeyên PDK’ê jiyana xwe ji dest da girt, 21 sal in bênavber bi armanca perwerdekirina jinan û jinên ciwan ên Wargeha Mexmurê xebatên xwe dimeşîne.

Jiyan bi jin û gelan re bû yek

Şoreşger Jiyan, bi navê xwe yê din Zeyneb Erdem di sala 1967’an de li Sêwazê çavên xwe li jiyanê vedike. Zanîngehê li Enqereyê paytexta Tirkiyeyê di nava qirkirina çandî de dixwîne lê ji ber nakokiyên heqîqeta xwe û civaka xwe, di sala 1988’an de tevli tevgera azadiya Kurdistan dibe. Bi dîtina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan heqîqeta jinan û civaka azad hembêz dike. Hê di salên 1993 û 1994’an de têkoşer Jiyan û gelê Botanê hev nas dikin. Piştî vê tê Başûr û di bihara 1995’an de careke din diçe gel gelê Botanê lê vê carê li kampa Etrûşê hev dibînin. Li wargeha Etrûşê jinan bi rêxistin kir, girîngiyek taybet da xebatên jinan û komînên xweser ava kir. Dest bi eleqe û perwerdekirina jinan kir. Jiyan, jin û gel bibûn yek.

PDK’ê erîş bir ser gel

Di navbera Sala 1993-1995’an gelê Botanê ji ber erîşa dewleta Tirk neçar man ji cih û warên xwe koçber bibe gelê ku berê xwe da başûrê Kurdistanê, beşek Ertûşê beşek jî li Geliyê Qiyametê mabûn lê zexta PDK’ê li ser konên Geliyê Qiyametê zêdetir bû, riya tevahî pêwîstiyên wan hatibû girtin. Ji ber vê jî di 13’ê Îlona 1995’an de li Etrûşê bi tevlibûna jinan, pîr, ciwan û heta zarokan meşek hat lidarxistin. Şoreşger Jiyan (Zeyneb Erdem) jî di nava wê çalakiyê de cih girt. PDK’ê erîş bir ser gelê ku çalakî li dar xist û di encama êrîşê de şoreşger Jiyan bi gulebarana peşmergeyên PDK’ê jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Jinên wargeha Mexmûrê yên li kampa Etrûşê şoreşger Zeyneb Erdem nas kirin û bi wê re têkoşiyan, ji bo mîrateya ku ji şoreşger Jiyan girtine bidin domandin, di sala 2003’an de Akademiya bi navê Şehîd Jiyan ava kirin û ji dîroka hatiye avakirin ve heta niha jin û jinên ciwan ên wargehê perwerde dikin.

Endama Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek têkildarî avakirin û xebatên Akademiya Şehîd Jiyan ji ajansa re axivî.

Hevala Jiyan pêşenga jinan û gel bû’

Bêrîvan Îşlek, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şoreşger Jiyan (Zeyneb Erdem) di sala 1995’an de ji aliye PDK’ê ve hatiye qetilkirin û wiha got: “Akademiya Şehîd Jiyan di sala 2003’an de li ser navê Şehîd Jiyan a di sala 1995’an de li Etrûşê ji aliyê PDK’ê hat qetilkirin, hat avakirin. Di sala 1995’an de dema PDK ambargo datîne û derdora Wargeha Etrûşê dorpeç dike gel jî ji bo dawîanîna rêgiriyê xwepêşandan dike. Wê demê hevala Jiyan weke rêvebera wargehê kar û xebat dimeşand. Hevala Jiyan jî pêşengiya jinan û gel dike. Dema ku PDK dibîne gel xwepêşandan dike, gulebaran dike û di encama gulebaranê de hevala Jiyan digihîje şehadetê û hejmarek zêde kes jî birîndar dibin.”

‘Hevala Jiyan girîngiyek mezin dida perwerdekirina jinan’

Bêrîvan Îşlek, da zanîn ku şoreşger Jiyan girîngiyek mezin dida xweperwerdekirina jinan û wiha got: “Kesên ku bi hevala Jiyan re jiyane û xebat meşandina her dem behsa wê dikin û dibêjin girîngiyek mezin dida perwerdekirina jinan. Her dem dixwest jin di aliyê îdeolojîk û xwendin û nivîsandinê de xwe perwerde bike û zana bibe.”

‘Me xwest em xeyalên hevala Jiyan jiyanî bikin’

Bêrîvan Îşlek, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Akademiya Şehîd Jiyan di sala 2003’an de ji bo bibîranîna ji bo şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) hatiye avakirin û wiha got: “Piştî ku gel berê xwe da Mexmûrê, gelek sazî û dibistan hatin avakirin û navê hevala Jiyan ji bo dibistan û akademiyê hat dayîn. Ji bo ku hevala Jiyan girîngiyek mezin dida perwerdekirina jinan, me xwest em xeyalên ku hevala Jiyan dixwest ji bo jinan pêk bîne, di vê akademiyê de pêk bînin. Li ser vê esasê Akademiya Şehîd Jiyan di sala 2003’an de ji bo jin û jinên ciwan ên wargehê hat avakirin.”

‘Em perwerdeyên xwe li gorî pêwîstiyên jinan didin’

Bêrîvan Îşlek, da zanîn ku di Akademiya Şehîd Jiyan de kar û xebatên perwerdekirinê tên meşandin û wiha got: “Di akademiyê de hîn zêdetir jinên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, di perwerdekirina jiyanê de kêmahî dijîn, tên perwerdekirin. Ji sedî 80 jinên wargehê li Akademiya Şehîd Jiyan perwerde dîtin. Perwedeyên me wek dewreyên heftane, 25 rojan, 45 rojan û heta 60 rojan tê dayîn. Ji roja ku akademî hatiye avakirin ve heta niha dewreyên me yên perwerdeyên didomin. Em perwerdeyên xwe li gorî pêwîstiyên jinan didin. Jin û jinên ciwan ên dibistan û zanîngeh xilas kirine, jinên karker, jinên mamoste beş bi beş tên perwerdekirin.”

‘Ji roja hatiye avakirin heta niha kar û xebateke berfireh tê meşandin’

Bêrîvan Îşlek, diyar kir ku perwerdeyên xwendin û nivîsandinê jî tên dayîn û wiha got: “Beriya niha dewreyên perwerdeyên zimanê Kurdî, zimanê Erebî, xwendin û nivîsandin hat dayîn û perwerdeyên me didomin. Ji bo jinên ku dixwazin sporê bikin jî perwerdeyên werzîşê jî tên dayîn. Her wiha perwerdeyên me yên navxweyî jî hene. Ji roja hatiye avakirin heta niha kar û xebateke berfireh tê meşandin.”

‘Em li dijî êrîşan jinan perwerde dikin’

Bêrîvan Îşlek, bal kişand ser êrîşên pergala desthilatdar ên li dijî jinan û wiha got: “Weke tê zanîn di roja me ya îro de pergala heyî êrîşek pir mezin li ser jinan dide meşandin. Pergala heyî ji bo perçe bike û bifetisîne êrîşek mezin a qirkirinê dimeşîne. Êrîşek mezin a qirkirina fikrî, çandî, ziman û nasname heye. Wek Akademiya Şehîd Jiyan jî erka me ya sereke li hemberî van êrîşan perwerdekirina jinan e. Em di aliyê tenduristî, dîrok, xwebûn û arteşbûn û rêgezên ji bo azadiya jin hatine diyarkirin de perwerde didin. Di pergala me de akademî cihê hebûna kesan e. Hemû kes dikarin werin û cihê xwe bigrin. Em weke endamên akademiyê tenê bi akademî re sînordar namînin, kîjan sazî dixwaze di çi aliyê de perwerde dimîne, em perwerde dikin. Em tax bi tax jinan perwerde dikin.”

‘Em ê xwedî li xeyalên hevala Jiyan derbikevin’

Bêrîvan Îşlek, da zanîn ku ew ê weke jin xwedî li xeyalên şoreşger Zeynep Erdem derbikevin û wiha got: “Ji ber vê yekê me heyecan û kêfxweşiyê jî hevala Jiyan dît û em kar û xebatên wê pîroz dibînin. Ji bo em xwedî li mîrasa hevala Jiyan derbikevin, pêwîst e em xwedî li akademiya xwe derbikevin û kar û xebatên tên dayîn bi hev re mezintir bikin. Her wiha em hewl bidin di aliyê perwerdekirina xwe, malbat û civaka xwe de hîn zêdetir baldar bin. Pêwîst e em xwedî li xeyalên hevala Jiyan ku dixwest ji bo me pêk bîne û dixwest hemû jinan perwerde bike derbikevin û bigihîjînin serkeftinê.”