Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bibîr anîn

Di 3’emîn salvgera qetilkirina Denîz Poyraz de li avahiya rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê bi bernameyekê hat bibîranîn. Peyama heta ku hesabê Denîz Poyraz neyê pirsîn wê têkoşîn bidome hat dayîn.

Îzmîr – Bi wesîleya sêyemîn salvgera qetilkirina Denîz Poyraz  ku di encama êrîşa gumanbar Onur Gencer ya li hember avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, de li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê bernameya bibîranînê pêk hat. Malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenterê Muşê Sezaî Temellî, Nunerên Dem Partî ya Îzmîrê, nûnerên partiyênsiyasî û sendîkayan, gelek welatî tevli bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. 

 ‘Denîz mirovek azad bû’

Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz axivî û da zanîn ku Denîz her tim wê Denîza gelê Kurd be û got: “DenîzÊ her tim digot ew keça gelê Kurd e. Denîz mirovek azad bû. Girêdayê gelê xwe welatê xwe bû. He rtim li pey hevalê xwe bû.”

Sezaî Temellî jî axivî û daxuyakirin ku ew hêzên li pişt gumanbarê ku Denîz qetil kiriye dizanin û got: “Em demokrasiyê neynin em aştiyê neynin em ê Denîzên xwe winda bikin. Kuştinên kiryar nediyar wê bidomin. Ev cînayetên siyasî ne. Em qetilkirina Denîzê ji salên 90’î dizanin. Pirsgirêka hemû tiştî tecrîda li Îmraliyê ye. Em aştiyê em demokrasiyê dixwazin. Divê wê demê em li dijî tecrîdê bin û li dijî şer bin.”

 ‘Divê hesab bêpirsîn’ 

Halîde Turkoglu jî diaxaftina xwe de bi lêv kir ku bibîranîna Denîzê hesab pirsîne û wiha domand: “Sozek me ji bo Denîzê heye. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Fikriyatek me heye. Di bin êrîşên pek tên de fikariyat bixwe heye. Denîz têkoşîna partiya me ya jinan û ya azaiya glê Kurd e. Têkoşîna ku Denîzê diparast ji bo pêşeroja me dibe hêvî û ronahî. Gumanbar Onur Gencer sîmgeya faşîzmê ye. Em wek DEM Partî divê fikriyata xwe biparêzin. Emê dest ji têkoşîna xwe berndin. Ez hemû şehîdên Şoreşê di serî de jî Denîz Poyraz bi rêzdarî bibîr tînim.

Piştî axaftinan belgefîma bi navê ‘Min navê te danî Denîz’ hat nîşandan û bi dirûşmeyan bername bidawî bû.