Li Polonyayê guhertina qanûna ku pênaseya destavêtinê berfireh dike hat qebûlkirin

Li baskê jêrîn ê Parlamentoya Polonyayê, guhertina qanûna ku pênaseya destavêtinê berfireh dike û cezayê sûcê giran dike, bi dengên 335 parlamenteran bi piraniya dengan hat pejirandin.

Navenda Nûçeyan - Li Polonyayê guhertina qanûna ku pênaseya destavêtinê berfireh dike û cezayê sûcê giran dike pêşkêşî baskê jêrîn ê parlamentoyê hat kirin. Guherîna ku her têkiliya zayendî ya “bê destûr” pêk tê wekî destavêtinê bi nav dike û cezayê herî zêde yê girtîgehê ji 12 salan dike 15 salan, bi piraniya dengan hat pejirandin.

335 parlamenteran piştgirî da guhertinê

Guhertin, ji aliyê 335 parlamenteran ve li baskê jêrîn ê Parlamentoya Polonyayê hat piştgirîkirin û 44 parlamenter jî li dijî vê guhertinê derketin. Guhertin ji aliyê koma rastgira tundrê ya konfederasyonê û hinek endamên partiya rastgir a Hiqûq û Edaletê (PiS) ku berê li welatê ku piranî Katolîk bûn li ser deshilatdariyê bû, li dij derketin.

Partiya Çep a ku pêşnûme pêşkêş kir, piştî dengdayînê di daxuyaniya xwe de got: “Bi vê pêşnûmeyê re em ê xweseriya zayendî ya hemû jin û mêran bixin nava qanûna Polonyayê.” Ji bo guherîn bikeve meriyetê divê senato û serokomarê muhafezekar ê Polonyayê ronahiya kesk bidin.

Parlamentera Koalîsyona Sivîl a li ser desthilatdariyê Monîka Rosa di axaftina xwe ya roja Çarşemê ya li parlamentoyê de got: “Ev pêşnûme gelekî girîng e, ji ber ku bi zelalî diyar dike ku têkiliya zayendî ya bêyî razîbûnê destavêtin e.”