Li Edeneyê çawişê pispor jinek qetil kir

Li navçeya Seyhana Edeneyê çawîşê pispor ê bi navê Gokhan Çelîk Hatîce Çelîk a ku pê re zewicî bû bi çekê qetil kir.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Seyhana Edeneyê êrîşkarê bi navê Gokhan Çelîk Hatîce Çelîk a ku pê re zewicî bû bi çekê qetil kir.

Hat ragihandin ku kiryar li Mêrdînê wek çawîşê pispor dixebitî, hat destnîşankirin ku Hatîce Çelîk a li heman bajarî mamoste bû, beriya niha der barê kiryar de biryara dûrxistinê girtibû. Li aliyê din hat diyarkirin ku zavayê Hatîce Çelîk Murat Akdoker û welatiyekî din jî bi giranî birîndar bûne. 

Lêgerîna kiryarê ku piştî Hatîce Çelîk qetilkir û reviya dewam dike.