Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 68’emîn bi biryardariyek mezin didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 68'emîn û bi biryardariyek mezin didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 67’emîn Dilar Seven daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya her tiştî em bi navê koma 68’emîn a Nobeta “Dem Dema Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo ye”, wekê gelê welatparêz yê doza Apoyî yê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr’ê ji binarê çiyayê Qereçoxê hetanî Îmraliyê hezkirin, berîkirin û girêdanbûna xwe ya bê dawî ji Rêber Apo û tevahî girtiyên doza azadiyê re dişînin. Her wiha di vî bingehî de hemû têkoşînvanên ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn dikin, nobet digrin, çalakî, meş, daxuyanî û xwepêşandanan lidardixin, slav dikin û di têkoşîna wan de serkeftina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.

‘Tecrîd sûcek yê mirovahiyê ye’

Ev bû 25 salin mîmarê azadî, aştî, wekhevî, biratî û demokrasiyê Rêberê mirovahiyê Rêber Apo di encama komployek bêbext hatiye dîlgirtin. Her wiha ji ber ku Rêber Apo di nava wan 25 salan de ev komploya bêbext û xiyaneta dîrokî, bi berxwedana xwe hilweşand, ev 40 mehin hêzên komploger û dewlete Tirk ya dagirker ku divê rastiyê de tenê xwedî rola gardiyantiyê ye, nahêlin ku bi tu awayî ji Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê tu agahî bê wergirtin.

Tecrîd sûcek yê mirovahiyê ye. Bêguman yê ku vî sûcî mirovahiyê dike ne tenê dewleta dagirker ya Tirk e. Di serî de saziyên qaşo xwe wek parêzvanên mafê mirovan bi nav dikin yên wek CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî û hwd herî sereke vî sûcî mirovahiyê dikin. Pêwîste ev saziyên me qala wan kirin xwedî li erka xwe derbikevin. Em carek din bi bîr dixin ku di derbarê giyan û tendirustiya Rêber Apo de gumanek herî biçûk ji bê jiyan kirin Saziyên Mafê mirovan jê berpirsin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û 'Bijî Berxwedana Zindanan' dawî bû.