Miftiyê ku li dijî zarok êrişa zayendî kiribû hat berdan

Li Rihayê miftiyê bi navê Halîl Bilik di meha Cotmeha 2023’yan de ji ber ku tacîza zayendî li hemberî zarokek 12 salî kiribû hatibû girtin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê miftî Halîl Bilik di çarçoveya projeya ÇEDES’ê de li dibistanek ku lê erkdar bû, ji ber tacîza zayendî li hemberî zarokek 12 salî kiribû hatibû binçavkirin. Miftî Halîl Bilik ku piştre hat girtin, hat zanîn ku hatiye berdan. 

Halîl Bilik dema miftiyê navçeyê bû di çarçoveya projeya “Ez baldarî hawirdora xwe me, ez li nirxên xwe xwedî derdikevim” (ÇEDES) ku di navbera Wezareta Perwerdeya Milî (MEB), Wezareta Karên Diyanetê û Wezareta Ciwan û Werzîşê hat îmzekirin, weke ‘şêwirmendê manewî’ li dibistanekê hatibû erkdarkirin. Li dibistana ku erkdar bû, hat zanîn ku miftî Halîl Bilik ê dersa ‘Jiyana Pêxemberê me’ û ‘perwerdeya nirxan’ daye. Bûyera tacîzê dema ku zaroka 12 salî ji mamosteyê xwe re dibêje rastî tacîza zayendî hatiye derketibû holê.

Navenda Şopandina zarokan (ÇÎM) bi zarok re hevdîtin kir li ser beyanên zarok der barê miftî Halîl Bilik de lêpirsîn hat destpêkirin. Di 12’ê Cotmeha 2023’an de ji sûcê ‘Li dijî zarok êrişa zayendî’ hatibû binçavkirin û girtin.