Meclîsa Îştar qetlîamên li ser jin û civakan tên kirin şermezar kir

Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê qetlîamên li ser jin û civakan tên kirin şermezar kir.

Mexmûr – Meclîsa Îştar ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) qetlîam û bûyerên li ser jin û civakan, taybet jî bûyerên vê dawiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk hati n bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî bi kombûna tevahî endamên Meclîsa Îştarê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir.

Piştî rêzgirtinê endama rêveberiya Meclîsa Îştarê Havîn Bîlge daxuyanî xwend.

Havîn Bîlge di destpêka daxuyaniyê de bal kişand li ser parastina mafê jiyanê û wiha got: “Ji bo jiyaneke azad û demokratîk, gava yekemîn a pêwîst parastina mafê jiyanê ye. Mafê jiyanê jî bêyî cûdabûnên jin û zilam, zarok û mezin, Kurd û Tirk, ji bo me tevan derbasdar e. Tevî ku ev mafeke gerdûnî ye û dewlet bi xwe ji vê berpirsiyar e, lê di bûyerên dawî de jî hate dîtin ku rewşa heyî berovajî vê ye. Rewşa doza Gûlîstan Doku, şêwazê kûştina Narîn Gûran û Rojîn Kabaîş, her wiha di bûyerên dibistanên li Riha û Mereşê de, xeteriya li ser jiyana civakî û jinê careke din bi dijwarî xwe nîşanî me daye.”

Havîn Bîlge di dawiya daxuyaniyê de diyarkir ku li bajarên Kurdistanê ev qetlîamane zêdetir tên pêk anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zilamên qatil û şirîkên wan ên di pileyên bilind ên dewletê de bicihbûyî, her cure pêkanînê ji bo xwe asayî dibînîn. Xwe xwedî wî mafî dibînîn ku jinê bikûjin. Bi qasî dijminahiya li hemberî tevahî jinan, bi taybet pêkanînên bi vî rengî yên li Kurdistanê, bêhtir balkêş e. Ev encama şerê tarî yê bi dehan salan ê li dijî Kurdan hatiye meşandine. Van qatilên qastîk xwe di bin navê dewlet û welat de veşartine û êdî ji vê pêve cihekî xwe lê veşêrin nemaye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.