Malbata Şenyaşar ev 657 roj e di nobeta edaletê de ye
Emîne Şenyaşar li gel lawê xwe Ferit Şenyaşar bang li rayedaran kirin û peyama ‘Dayikek ku mala wê hatiye belavkirin, ev nêzî 2 sal in ji bo edaletê nobedê digire’ parve kir.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 657’emîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye, li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe berdewam kirin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyama, “Yên ku darazê li dijî lêgerînêrên maf wek zext bikar tîne, wê nikaribin ji bo sibê sozek bidin. Civak li jiyana pratîk dinêre. Dayikek ku mala wê hatiye belavkirin, ev nêzî 2 salane ji bo edaletê nobedê digire.” Parve kir.