Li Zambiyayê ji ber hişkesalî 'kareseta neteweyî' hat ragihandin

Li Zambiyayê ji ber hişkesalî ya li seranserê welat "karesata neteweyî û rewşa awarte" hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Zambiyayê Hakainde Hichilema, di axaftina xwe ya banga netewî ya li paytext Lusakayê pêkanî  de, diyar kir ji ber hişkesalî ya ku bû sedema 1 milyon hektar zeviyên çandiniyê zirar dibîne, "karesata neteweyî û rewşa awarte" ragihand.

Hakainde Hichilema, ji hevkarên navneteweyî re banga alîkariya mirovî kir û diyar kir ji bo aborî û pîşesaziyê li ser piyan bimîne, windabûna di çavkaniyên hîdroelektrîk de wê  bi îthalata enerjiyê bigrin. Hakainde Hichilema, ji şîrketên krediyê xwest deynên Zambiyayê ji nû ve bê avakirin û destnîşan kir ji ber hişkesalî wê zêdetirî 1 mîlyon malbat bi neyînî bandor bibin.

Li welat hefteya borî ji ber gefa xelayê, îxracata garis û ara garis hatibû qedexekirin.