Jinên Êzidî: Di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin

Jinên Êzidî 8’ê Adarê wek roja serhildana ji bo azadiya jinan pênase kirin, gotin ku di 8’ê Adarê de ew ê li qadan bin.

Şengal – Piştî Fermana 74’an a bi ser Şengalê de rabû jinên Êzidî bi naskirina fikrên azadiyê dest bi têkoşîn û xwe birêxistinkirinê kirin. Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, jinên Êzidî hest û ramanên xwe anîn ziman. Di axaftina xwe de diyar kirin ku beriya fermanê ew nizanibûn rojeke bi vî rengî ji bo jinan heye, lê niha bi naskirina fikr û ramanên azadiyê li qadan in.

Sêvê Xwedêda diyar kir ku ew piştî fermanê fêr bûye rojeke wek 8’ê Adarê heye û wiha got: “Beriya fermanê haya me ji rojên wiha tunebû, me guhên xwe nedida tiştên bi vî rengî lê piştî fermanê em zana bûn û haya me ji roja 8’ê Adarê çêbû.”

‘Jinên Êzidî êdî rabûne ser piyan’

Di axaftina xwe de Sêvê destnîşan kir ku di dema fermanê de Êzidî tîbûn, biçîbûn û gelek tiştên nexweş dîtine û got: “Piştî dîtina van tiştan jinan fêm kirin û gotin ew ê xwe birêxistin bikin. Fam kirin ku dikarin jiyana xwe û hemû civakê birêve bibin. Tevî hemû tiştên nebaş jî jinên Êzidî rabûn ser xwe, xwe birêxistin kirin û li ber xwe dan.”

Sêvê Xwedêda da zanîn ku ew ji fikir û felsefeya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan fêrî rastiya xwe bûne û xwe bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan perwerde kirine. Di dawiya axaftina xwe de Sêvê Xwedêda ev bang li jinên Êzidî kir: “Banga min ji bo dayik û jinên Êzidî ew e ku fermanan faş fêm bikin, xwe perwerde bikin, birêxistin bikin û rabin ser piyan.”

Roja serhildana azadiya jinan

Delal Rev jî di axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got ku ji bo ew bigihîjin vê astê gerîlayên YJA-Starê yên piştî fermanê berê xwe dan Şengalê gelek ked dane û serkeftin a wan e.

Delal Rev roja 8’ê Adarê weke roja serhildana ji bo azadiya jinan pênase kir, destnîşan kir ku beriya fermanê haya wan ji vê rojê tunebûye û wiha axivî: “Lê bes piştî fermanê bi taybetî piştî naskirina fikir û felsefeya serokatî haya me ji vê rojê çêbû.”

‘Em desthilatdarî û zilma mêr qebûl nakin’

Delal Rev diyar kir ku di vê rojê de gelek jin hatine qetilkirin ji ber vê ev roja serhildan û berxwedanê ye û ev nirxandin kir. “Ez bang li hemû jinên Êzidî, jinên bindest dikim ku rabin ser piyan, desthilatdarî û zilma mêr qebûl nekin û xwe ji bin koletiyî rizgar bikin. Ji aliyê din ve jin dikarin her tiştî bikin, dikarin karê malê bikin, karê siyasetê bikin, karên leşkerî bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Delal Rev destnîşan kir ku hêviya wê ji jinan ew e, di vê rojê de rabin ser piyan û li ber xwe bidin.