Ji Newaya Jin hejmara taybet a ji bo 8’ê Adar û Newrozê

Hejmara 228’êmîn a Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, bi hejmara taybet a 8’ê Adarê û Newrozê bi manşeta "Cejn biharbûna jiyanê ye" derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 228’êmîn a Rojnameya jinan a mehane Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, bi manşeta "Cejn biharbûna jiyanê ye" derket. Analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên Adara 1996'an hatin berhevkirin û van gotinan cih girtin: "Bi nêzîkbûna Newrozê re hest û fikir bi rastî jî ji her demê mezintir li her qada civakê belav dibin û vediguherin hêzeke madî. Cihê kêfxweşiyê ye ji bo yên ku bûne xwedî meşeke bi vî rengî."

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsat bi 8'ê Adarê re bal kişand ser berxwedana jinên Kurd a ku mohra xwe li serdemê xistiye. Samsat got: "Jin dînamîka bingehîn a serdema şoreşa demokratîk a civakî û hêza formasyona îdeolojîk in. Erdnîgariya navendî ya vê hêzê Kurdistan e. Bêguman ev yek encama têkoşîna nîv sedsalê ya bi zor û zehmetî hat meşandin, encama hişmendî, rêxistinî û daneheviya çandî ya vê yekê ye."

‘Jinên ku di navbera 8 û 21'ê Adarê de bûn pir’

Nivîsa Denîz Nûrhak jî li ser şehîdên meha Adarê ye. Di nivîsa xwe ya bi sernavê "Jinên ku di navbera 8 û 21'ê Adarê de bûn pir" qala têkoşîna Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan û Ronahî û Sema Yuceyan kir. Di rûpelên Kurdî de jî Berjîn Têkoşer qala jiyana têkoşînê û portreya Sema Yuce kir.

Wêrekiya ji bo azadiyê

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel ku ji sala 2016'an û vir ve dîl hatiye girtin ji bo Newaya Jin gotarek nivîsî. Tûncel bal kişand ser 8'ê Adarê û têkoşîna jinan û got; "Em 'ên ku ewqasî ji jiyanê hez dikin di oxira wê de dikarin bimirin', li dijî sîstema ku jinan dikuje bi hêrs in, xurt in. Gelo dem nehatiye ku em têkiliya xwe ya bi serweriya mêr re bibirin û jiyana azad ava bikin? Bi dîtina min dema wê hatiye. Pêwîstiya me tenê bi liv û tevgerê heye, ew wêrekî jî bi jinan re heye. Tenê em bi vê hêzê bihesin."

Bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi 8'ê Adarê ve

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya ji bo bîranîna Zelal Zagros a li Kerkûkê di meha Çileyê de bi sûîqestê hat qetilkirin li ser şoreşa jinan a li Başûrê Kurdistanê, Havîn Guneşer jî ber bi 8'ê Adarê li ser bersiva ji bo pirsa 'Em li ku devera veguherînê ne' nivîsîn.

Roza Metîna têkildarî têkoşîna jinan a li Bakurê Kurdistanê û 8'ê Adarê bi namzeda Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bîlek û endama TJA'yê Xecê Şen re axivî. Herdu siyasetmedaran diyar kirin ku pêngava TJA'yê wê bi 8'ê Adarê re bigihîje asta herî bilind.

Zîlan Vejîn di gotara xwe de ya bi sernavê 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi 8'ê Adarê ve' diyar kir ku dewleta Îranê ji ber tirsa ji pêla serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' darvekirina jinan zêde kir. Vejîn diyar kir ku zext bû sedem ku têkoşîna jinê hîn bêhtir xurt bibe.

Analîza hevpeymana civakî

Hevpeymana Civakî ku beriya çend mehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qebûlkirin bi Tirkî ji aliyê Zeynep Kizilirmak, bi Kurdî ji aliyê Şervîn Nûdem ve hate nirxandin. Herdu nivîskaran hevpeyman ji bo mayindekirina şoreşa jinan weke nîşaneyek ji bo îsrara radîkal a li ser xeta azadiya jinan pênase kirin.

Ber bi bajarên jinan ve

Rojnameyê cih da hilbijartinên xwecihî yên ku 31'ê Adarê bên lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bersiv da pirsên rojnamevan Nezahat Dogan û got: "Em ê bi jinan bi rê ve bibin." Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî li ser mijarê bi Kurdî nivîsî û got, "Hevserokatî modeleke veguherîna civakî ye." Ji nivîskarên rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî di gotara xwe ya vê mehê de li ser feraseta bajêr a bi rengê jinan, rola jinan a di rêveberiyên xwecihî de rawestiya.

Nivîsên ekolojiyê yên rojnameyê di çarçoveya 8'ê Adarê de hatin amadekirin. Guler Yildiz têkildarî têkoşîna jinan û mêtingeriya li ser xweza û jinan rawestiya. Li rûpelên Kurdî jî gotara Dengîr Guneş a li ser têkiliya felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bi ekolojiyê re hat weşandin.

Fîdan Yildirim portreya Daphne Carûana Galîzîa amade kir ku li Maltayê bi sûîqestê hatibû qetilkirin. Ji bo bîranîna Nûjiyan Erhan a ku sala 2017'an meha Adarê li Şengalê hat qetilkirin, nivîseke Erhan a beriya şehîd bikeve li ser Şengalê amade kiribû, di rojnameyê de hat weşandin.

Hejmara vê mehê ya rojnameyê li navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.