Ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pengava îmzeyan didome

Endama Meclisa navçeya Ehdasa kantona Şehbayê der barê pengava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got ku rmanca bi wê hemleyê ew e ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di çarçoveya hemleya "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" Însiyatîfa Gel a Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyeke fermî di 12'ê Sibatê de hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Andullah Ocalan li kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin.

Gel bi coş û daxwazeke mezin tevli hemleyê dibe. Ev hemle ne tenê li Şehbayê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin. Piştî ku hemle bi dawî bibe wê hejmara îmzeyan weke daxwaza gel ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji cihên pêwendîdar re bê şandin.

Der barê hemleya komkirina îmzeyan de endama meclisa navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Rozelîn Koşan axivî.

Rozelîn Koşan di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser hemleya îmzeyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Di bin hemleya "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" me dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Ev hemle li seranserê herêma Şehbayê di nav de navçeya Şêrewayê jî hat destpêkirin. Di vê hemleyê de em mal bi mal kolan bi kolan digerin û îmzeyan kom dikin."

'Divê CPT bi erkê xwe rabe'

Rozelîn Koşan teqez kir ku hejmarek baş îmzeyan kom kirine û hê jî ev hemle li Şehbayê berdewam dike û wiha vegot: "Hemleya me di nava gund û taxan de berdewam dike. Armanca me bi vê hemle û çalakiyên ku em li dar dixin, ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo ye. Rêber Apo 25 sal in di zindana Îmraliyê de li ber xwe dide û li gorî temenê wî û zagonên cîhanî mirovek 70 sal derbas kiribe divê di zindanê de nemîne lê cîhan û qanûn hemû xwe ker û lal dikin, der barê dîlgirtina Rêber Apo de. Rêxistina CPT ji tendirustiya Rêber Apo berpirsyar e û divê bi erkên xwe jî rabe."

'Em ê ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin'

Rozelîn Koşan diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê her dem di nava çalakiyan de bin û wiha bi dawî kir: "Piştî ku hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bibe em ê hejmara îmzeyên gel ku daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin, bişînin cihên pêwendîder. Ev hemle jî li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her dem di nava çalakî û kolanan de bin heta ku bigihîjin armancên xwe û Rêber Apo di navbera xwe de dibînin."