Di êrîşên dewleta Tirk de jinek ciwan birîndar bû

Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrîn û Şehbayê de jina ciwan Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk û çeteyên wî duh gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di êrişê de jina ciwan Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû û li nexweşxaneya navçeya Fafînê tê dermankirin.

Tê destnîşankirin ku dewleta Tirk duh eniya Şêrawayê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hatibû kuştin û yek din birîndar bûbû.

Her wiha sihara 1’ê Adarê êrîş dewam kirin. Vê carê gundên Sealê û Nêrebiyê yên Şehbayê hatin bombebarankirin. Têkildarî vê êrîşî jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.