Li Tûnisê jinên ducanî nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê

Li Metlaoui ya Tûnisê jinên ducanî ji ber hejmara bijîjkên pisporên zayînê yên jinan kêm e, nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Tê diyarkirin kêmbûna hejmara bijîşkan dibe sedema mirina dayik û pitikan.

İHLAS AL HAMRUNİ

Tûnis- Li bajarê Metlaoui yê Tûnisê ji ber li nexweşxaneyên dewletê yên herî mezin ên welat bi taybetî hejmara bijîşkên pisporên zayînê yên jinan kêm e, nexweş nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Hin caran di nexweşxaneyan de bijîşk tune ku di rewşên xeternak de mudahaleyê jinên ducanî bikin, hin caran jî jinên ducanî şewqî nexweşxaneyên li herêmên din tên kirin. Hat diyarkirin ev rewş dibe sedema mirina gelek dayik û pitikan.

Keça wê di dema zayînê de jiyana xwe ji dest da

Fatima Al-Talîlî, jî diyar kir keçek wê hebû û ew jî dema zayînê jiyana xwe ji dest da. Fatima Al-Talîlî, diyar kir ku keça wê ya 20 salî 3 caran li Nexweşxaneya Herêmî ya Mitlawî zarok aniyê û ji bo zayîna 4’emîn jî çûne heman nexweşxaneyê û wiha got: “Hat piştrastkirin ku di bin çavdêriya ekîbek tibî de ye. Lê belê, vê carê pêvajoya zaniyê hêsan nebû. Di dema zayinê de komplikasyonan jiyan kir û ev şev bijîşkê wê ne li wir bû. Bijîşkek din mudaxele kir, lê ew rewşa keça min xirabtir kir."

Fatima Al-Talîlî, ku dema qala serpêhatiya keça xwe dikir nedikarî hêsirên xwe bigre û wiha got: “Dema rewşa wê giran bû, nekarîn biryara emeliyat bikin an nekin bidin. Ev dereng mayîn bû sedema jiyana keça min. Êdî xilaskirina wê ne mimkûn bû. Min keça xwe winda kir û tenê zarokê wê xilas kirin.”

'Ji ber kêmbûna bijîşkan sewqî nexweşxaneyên herêmên din tên kirin'

Fatima Al-Talîlî, da zanîn ji ber nebûna bijîşkên zayinê yên jinan, jinên ducanî yên herêmê dişînin nexweşxaneyên herêmên din û wiha got: “Ev jî dibe sedem êşa jinan du qat bibe. Bi taybetî jinên li deverên çiyayî û dûr dijîn û nexweşên ku reyên dûr û dirêj derbas dikin û diçin Nexweşxaneya Herêmî ya Mitlawî, dubarê şewqî nexweşxaneyên din tên kirin.”

'Nexweşxane di rojên betlaneyê de vala dimîne'

Hatîce Abbasî jî diyar kir cîrana wê ya ducanî jî ji ber ku li Nexweşxaneya Herêmî ya Mitlawî bijîşk tunebû jiyana xwe ji dest da û di heman hefteyê de ji ber nebûna bijîşk bû nexweşa duyemîn a ku jiyana xwe ji dest da. Hatîce Abbasî, diyar kir cîrana wê ya ku 3 zarokên wê hebûn û ya herî mezin 8 salî bû, zayîna wê xeter bû û ji ber ku li Nexweşxaneya Herêmî ya Mitlawî bijîjk tunebû jiyana xwe ji dest da û bal kişand li ser xemsariyên li nexweşxaneyê.

Hatîce Abbasî, diyar kir bijîşkên bi peyman li bajarên dûr dijîn û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku nexweşxane di rojên betlaneyê de bi giştî vala dimîn e. Bi taybetî di rojên betlaneyê de di beşa zayinê yên jinan de xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Carna ji yekê zêdetir jin ji bo zayînê diçe nexweşxanê, lê bijîşk tune ye. Ev rewş dibe sedem ku jinên ducanî yên ku li ber zayînê ne, bi fikar bin û bi tirsin.”

'Dema ez di ambûlansê de ji bo nexweşxaneyek din dihatim sewqkirin zaroka xwe anî’

Narges Bin Muhammed jî zehmetiyên ku dema ducaniya xwe de di gihandina xizmetên tenduristiyê de jiyankir, vegot. Narges Bin Muhammed, anî ziman ku dema ji keça xwe Jurî re ducanî bû heftiyê carekê diçû kontrola tenduristiyê û wiha got:

"Ji min te digotin ji ber ku zayînên min ên din normal bû, dê ez jî normal derbas bibe. Dema ji bo zayînê min birin cihê zayînê, li şûna bijîşka ku rewşa min dişopand bijîşkek nobedar hebû. Biryara sezaryanê da. Piştre min birin Qeymeqamtiya Qablî ya ku bijîşka çavdêriya rewşa min dikir, dixebitî. Em bi ambulansek taybet jî çûn. Ji ber ku ambulans nedan me. Di navbera nexweşxaneya Mitlawî û Nexweşxaneya Qeblî de bi qasî 120 kîlometre mesafe heye. Ez di tevahiya rê de êş dikşand. Herî dawî sebra min xilas bû û min hemû hêza xwe bikar anî û keça xwe di ambulansê de li ber deriyê nexweşxaneyê anî dinyayê. Nexweşxaneya ku min bigrin,  nexweşxaneyekî ku rêjeya mirina dayikan pir lê zêde bû."

https://jinhaagency.com/tr/guncel/metlaoui-de-hamile-kadinlar-saglik-hizmetlerine-erisemiyor-43692