Li Sûra Amedê dîrok û bîra civakî hat tunekirin û mirov ji warên xwe tên dûrxistin

Yek ji parêzerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Gulan Çagîn Kalelî, diyar kir ku di dema qedexeyên derketina derve yên li Sûrê de gel ji gelek mafan bêpar hat histin û diyar kir ku di wê serdemê de bi taybetî jinan travmayeke mezin jiyane. Gulan Çagîn Kalelî anî ziman ku welatiyên di pêvajoya pevçûnê de ji navçeyê derneketine, di van demên dawî de hewl tê dayîn ku di navbera dorpêça narkotik, fuhûş û sermayeyê de bên mehkûmkirin.

Amed- Di ser qedexeya derketina derve ya ku di 2’ê Kanûna 2015’an de li Sûra Amedê hat îlankirin re 6 sal derbas bûn. Di pevçûnên li navçeya ku hê li 4 taxan qedexe didome de jin û zarok jî di nav de 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya ku bi qedexeyan ket nava pêvajoyeke hilweşînê ya bêrawestan, di dawiya 6 salan de bi kepçeyên ku ketin navçeyê bîr û dîrokek kevnar hat tunekirin. Li taxa ku bi gotina "Em ê Sûrê bikin Toledo" hat hilweşandin, tenê çend mal û mizgeftên dîrokî li benda vekirinê mane.
Qedexeya ku 7 sal in bi dawî nabe 
Li Sûrê yekemîn qedexeya derketina derve di 6’ê Îlona 2015’an de hat ragihandin. Qedexeya derketina derve ku li 15 taxan û kolanek girt nava xwe, heta 30’yê Mijdarê 5 caran hat ragihandin. Qedexeya pêncemîn di 2'ê Kanûnê de hatibû ragihandin. Piştî 8 rojan 17 saetan ji qedexeyê re navber hat dayîn. Piştre jî qada qedexeya berdewam carna hat berfirehkirin û carna jî teng bû. Qedexeya ku di 2'yê Kanûna 2015'an de li 6 taxan hatibû îlankirin dikeve sala 7'an, li taxên Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û Fatîhpaşayê hê jî qedexe didome. Li Sûra ku qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê lê hat jiyîn, heta niha bi hezaran kes koçber bûne û sivîl jî di nav de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûnên li 6 taxan 103 rojan berdewam kirin
Di rojên qedexeya derketina derve de li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş ên navçeyê şer û pevçûn 103 rojan berdewam kir. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Efkan Ala di 9'ê Adarê de ragihandibû ku li navçeyê operasyon bi dawî bûne. Li gorî daneyên fermî, di pevçûnên ku di vê pêvajoyê de li navçeyê hatin jiyîn de; di encamê de 53 leşker, 17 polîs û yek ji cerdevanek bi giştî 71 kesan jiyana xwe ji dest dan, 392 jê leşker, 128 polîs û 3 jî cerdevan bi giştî 523 kes birîndar bûn. Di dema şer û pevçûnên li herêmên qedexe de, bi pêşengiya rêxistinên sivîl ên wê demê ji bo derxistina sivîlên hundir "korîdora jiyanê" hat çêkirin û 40 kes hatin tehliyekirin. Ji kesên hatin binçavkirin 32 kes hatin girtin. Girtiyên ku ji ber gelek sûcan dihatin darizandin, di doza ku dihatin darizandin de "cezayê muebeta giran" hat dayîn.
Zarok jî di nav de 24 sivîl jiyana xwe ji dest dan
Di heman demê de cenazeyên 73 kesên ku di nav wan de endamên YPS û YPS-JIN jî hene hatin dîtin. Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV); ji kesên jiyana xwe ji dest dane 24 sivîl in. Fatma Ateş, Hêlîn Şen Hasret û Melek Alpaydin jî çend sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane ne. Lêpirsîna mirina Hêlîn Şen Hasret a di 12 saliya xwe de dema diçû nan bikire bi guleyek jiyana xwe ji dest da, piştî 5 salan veguherî dozê. Piştî ku dadgehê îdianameya der barê polîsê bersûc Abdullah E. de bi îdiaya "kuştina bi xwestek" vegerand, bi îdiaya "Bi xemsarî bûye sedema mirinê" îdianameya nû hat amadekirin û danişîna wî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Lê belê ji ber ku destûra lêpirsînê ji walîtiya Amedê nehat girtin, danişîn hat rawestandin. Serlêdana Malbata Şen a li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî hat redkirin. Lêpirsînên li ser sivîlên din ên ku hatine kuştin hê jî berdewam dike.
Li navçeya Sûrê 3 hezar û 569 avahî hatin hilweşandin
Di operasyona ku bû sedema mirin û hilweşandinê de çekên giran ên wekî tank û top hatin bikaranîn, bi taybetî Mizgefta Kurşunlu, Mizgefta Hacî Hamît, Paşa Hamam, Mala Mehmet Uzun, Dêra Ermenî ya Katolîk û Minareya Çaling gelek avahiyên dîrokî hatin qeydkirin. Minareya Çarling, Dêra Meryem û Mala Dengbejan gelek zirar dîtin. Piştî bidawîbûna operasyonan li taxa ku kepçe ketinê hewl hat dayîn şopên pevçûnan bên rakirin. Li navçeya ku binpêkirinên mafan ên giran lê hatin kirin de, di kolandina ku hat kirin de hestiyên mirovan ên di bin axê de hatibûn veşartin hatin dîtin. Welatiyên ku piştî operasyonan li bendê bûn vegerin malên xwe, ji ser banan hilweşîna avahiyan dîtin. Li gorî raporên ku ji aliye Yekitiya Endezyar û Awahisazên Tirkiyeyê (TMMOB) ve hatine amadekirin, li navçeya ku di encama pevçûnan de zirar dîtiye û bi kepçeyan hatiye rûxandin, 87 avahiyên tomarkirî û 247 avahiyên ne tomarkirî 3 hezar û 569 avahî hatin hilweşandin.
Xaniyên ku nû hatine çêkirin, wekî girtîgehan in
Piştî pevçûnan bi biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" re bingeha avakirina avahiyên nû li 6 taxan hat avêtin. Xaniyên ku bingeha wan di dawiya sala 2017’an de dest bi avêtinê kirin wek duqatî û di hundirê wan de wekî otêl, xwaringeh, dikan û qehwexane cih digrin hat dîzaynkirin. Di vê pêvajoyê de xwediyên mafan ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve rastî mexdûriyetên mezin hatin. Malên ku sala borî hatin çêkirin ji raya giştî re hatin pêşkêşkirin jî yekem tişta ku hat dîtin, ew bû ku xanî dişibiyan girtîgehan. Li gel ku merasîma teslîmkirina xaniyan hê dest pê nekiriye, xaniyan bi milyonan TL yî di sîteyên milkan de dan ber firotinê.
Avahiya civakî û demografiya navçeyê hat guhertin 
Avahiya civakî û demografîk a navçeyê ku hemû binpêkirinên mafan lê hatine jiyîn jî guhertineke mezin jiya. Piştî pevçûnan li hemû taxan qereqol hatin avakirin û kamera hatin danîn. Li taxên din ên navçeyê ku pêleke mezin a koçberiyê lê hat jiyîn, fihûş, narkotîk û dizî zêde bû. Tevî ku gel bertek nîşanî zêdebûnê da jî ji aliyê saziyên pêwendîdar ve tu mudaxeleyek mayînde nehat kirin.
"Peymanên neteweyî û navneteweyî di pratîkê de nehatin bicihanîn" 
Yek ji parêzerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Gulan Çagin Kalelî bal kişand ser binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyê yên di wê pêvajoyê de û diyar kir ku di navbera Tebaxa 2015-2016’an de li navçeyê 11 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Gulan Cagin Kalelî, diyar kir ku welatiyên li navçeyê dijîn di pêvajoya qedexeyê de rastî gelek binpêkirinên mafên wekî tenduristî, xanî û jiyanê hatine û wiha got: “Me dît ku kesên li malên xwe û li ser sifreya xwarine rûniştibûn an jî li kolanê nan dikirîn jiyana xwe ji dest dan. Di wê pêvajoyê de pêwîst bû mafên jin û zarokan hem li qada neteweyî hem jî li qada navneteweyî bihata parastin. Em dizanin ku der barê vê parastinê de gelek peyman û rêzikên zelal hene. Wekî mînak, hiqûqa navneteweyî dibêje ku ew berpirsiariyê li ser aliyên nakok ferz dike ku zarokan ji şer li herêmên bi nakok biparêzin. Ji bo hemû sivîlan, bi taybetî zarokan, ji bo parastina wan ji aktorên çekdar ên dewletê û ji derveyî dewletî peyman hene. Lê tevî ku peymanên navneteweyî yên li dijî îşkencenekirina zarokan hene jî di serlêdanên ku me bi jin û zarokên, wê demê navçeyê terikandine de, îfade dan ku li wan îşkenceyê hatiye kirin. Her çend em hem di qanûnên neteweyî û hem jî di qanûnên navneteweyî de behsa têgîna qedexeya mutleq dikin jî di pratîkê de bi awayekî berevajî hat tevgerkirin.” 
“Mirov ji gelek mafan bêpar man” 
Gulan Çagîn Kalelî bal kişand ku di pêvajoya qedexeyê de li dijî beden û mafên jiyanê yên sivîlan pêkanînên li dijî cenaze û jiyana sivîlan pêk hatin, ji aliyê saziyên fermî ve qada ku gelê sivîl jiyana xwe winda kirine wekî "têkoşîna li dijî terorê" hat pênasekirin. Gulan Cagin Kalelî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di wê demê de li Sûrê ji ber parçeyên şarapnelê ku li mala wan ket dayikekê jiyana xwe ji dest da û 4 zarokên wê jî birîndar bûn. Zarokek bi sê guleyên ji panzerê hatin avêtin jiyana xwe ji dest da. Hemû êrîşên li dijî sivîl û zarokan ji aliyê saziyên fermî ve weke têkoşîna li dijî terorê hatin pênasekirin. Di wateya bingehîn de me dît ku di destpêkê de mafê gihandina tenduristiyê hatiye astengkirin. Bi rastî jî me şahidî kir ku gelek dibistan û nexweşxane wekî baregehên leşkerî hatin bikaranîn. Me dît ku hundire malên gelê Sûrê jî bi heman awayî anîn rewşa qereqolê. Di wê serdemê de dema gel nehişt bikevin malên wan, êrîşî malên wan kirin.”
“Jinan travmayên mezin derbas kirin” 
Gulan Çagîn Kalelî diyar kir ku ev pêvajo ji aliyê jinan ve travmayek e cuda ye û diyar kir ku bi destpêkirina pevçûnan re jin ji nişka ve ji malên xwe hatine derxistin. Gulan Çagîn Kalelî bal kişand ku rewşa tenduristiyê, ji ber ku di dema pevçûnan de nikaribûn bigihîjin xizmetên tenduristiyê girantir bûye, nikaribûne mudaxele bikin û ji ber vê yekê gelek bûyerên taybet ên wekî ducanîbûn an jî zayîna pêşwext hatine serê jinên ducanî. 
“Dixwazin mirovan bixin nava xeleka narkotîk, fuhûş û sermayeyê”
Gulan Çagîn Kalelî anî ziman welatiyên li gel zextan jiyana xwe li navçeyê didomînin jî bi rewşên cuda re rû bi rû dimînin û anî ziman ku di salên dawî de welatiyên ku bi koçberiyê re rû bi rû mane hewl didin bixin nava xeleka narkotik, fuhûş û sermayeyê û wiha got: "Dema ev hemû bi hev re bên nirxandin, pêwîst dike em hinek din li ser pirsa ‘li Sûrê dixwazin çi bikin’ nîqaş bikin. Sûr bi rastî navçeyek e ku em dikarin jê re bibêjin dilê Amedê. Ji aliyekê ve ev der hê cihê ku qedexe lê didome ye. Malbatên li Sûrê bi vê qedexeyê neçar man koça duyemîn bikin. Em dibînin ku rûyê navçeyê ku xwedî nasnameyeke dîrokî û polîtîk e, guheriye û pêkanînên ferzkirina guhertinê tên jiyîn.”