Li Seqizê li dijî jehrîbûna xwendekaran derabe hatin girtin

Dikandarên Seqizê ji bo protestokirina jehrîbûna xwendekaran a van mehên dawî derabeyên xwe venekirin.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê ku ji bo tepisandina serhildanên ku 7 meh in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in her cure zextan dike, li hember zêdebûna jehrîkirina xwendekarên dibistanên keçan di mehên dawî de bêdeng e.

Banga xwepêşandanan

Di dema ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dibistanên jehrîbûnê agahî hatin girtin, dikandaran li Seqizê ji bo şermezarkirina rewşê derabeyên xwe girtin. 

Her wiha li bajarê Seqizê jî bang li xelkê hat kirin ku grev û xwepêşandan berdewam bikin.