Li Qamişlo li ser komploya navneteweyî semîner hat dayîn

Tevgera Civaka Demokratîk li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Qamişlo semîner da.

Qamişlo – Bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semîner da.

Semîner ji aliyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratik Rûken Ehmed ve wiha hate dayîn. Ruken Ahmed wiha got: "Rêber Apo dibêje 'sebebê girtina min a yekem, azadiya jinê bû' ji ber ku koletiya yekem li ser jinê hatiye pêk anin û di şexsê jinê de tevahî civak hatiye kole kirin. Di diroka tevgera azadiyê ya 50'î salî de tekoşîna ku Rêber Apo ji bo jina Kurd dayî, em îro dibinin ku vê mirasê di tevahî Rojhilata Navin de bandoreke ava kiriye. Bi şoreşa “Jin jiyan azadî” ev dirûşma li tevahî cîhanê belav bû. Bi saya fikrê Rêber Apo, em gihiştin vê qonaxê. Ger ku îro pêşengên wekî Hevrin Xelef, Zeyneb Sarûxan û bi dehan jinên wekî wan tên qetil kirin,  ji  bi pêşengtiyê ji vê civakê re nekin tên hedef girtin."

‘Rêber Apo têkoşînek bêhempa meşand’

Di berdewama semînerê de Rûken Ehmed bal kişand ser tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: "Ev 50 salin Rêber Apo ji bo azadiya vê civakê, bê navber tekoşîneke bê hempa da. Rêber Apo ji bo me got “Hevaltiya kêm û dostaniya sexte ez birim îmraliyê” ji bo ku em bi Rêber Apo re hevaltiyeke rast bikin, divê em di hemû kêliyên jiyana xwe de li ser lingan bin. Tenê dirûşma têre nake, ger ku em xwe di fikrê Rêber Apo de kûr nekin û têneghêjin, em nikarin bibin bersiv."

‘Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê em têbikoşin’

Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Îro li 74 welatan ji bo Rêbe Apo kampanya hatine dest pêkirin, herkes dixwaze fikrê Rêber Apo nas bike. Me barê azadiyê daye ser milê xwe, barê azadiyê wisa hêsan nine, Rêber Apo dibêje'azadî hêsan bûya, Ronahi û Bêrivan xwe nedişewitandin. Di vê her kes ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo di nava tekoşîn û berxwedanê da be."

Semîner bi dirûşman bi dawî bû.