Li Efrînê 2 jê jin 4 kes hatin revandin

Komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî 2 jê jinên ciwan ên astengdar 4 kes revandin.

Navenda Nûçeyan – Komên çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 2 jê jinên ciwan ên astengdar 4 kes revandin. Navên kesên hatine revandin wiha ne: Hesen Şêxo Bekir (58) ji gundê Guliya Jêrîn ê navçeya Recoyê, Mihemed Ismet Cemîl (45) ê ji gundê Guliya Jorîn ê heman navçeyê.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyan her du welatî birine navenda îşkenceyê ya îstixbaratê ya li navenda Recoyê.

Her wiha çeteyên El Emşat a dewleta Tirk a dagirker her du xwişkên astengdar Narîn (31) û Nazliye Mihemed Hemo (27) û dayika wan Xalîde Silêman di 31`ê Çileyê de revandibûn.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê parve kirine, her du xwişk astengdar in û ji aliyê çeteyên El Emşat ve hatine revandin, dema ji kantona Şehbayê vedigeriyan gundê xwe Kurzîlê yê navçeya Şêrawayê û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.