Kongra Star li Efrîn-Şehbayê Zîlan bibîranî

Ji bo bîranîna salvegera 28'emîn a çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan li Şehbayê meşek hate li dar xistin.

Şehba- Di bin diruşmeya "Bi rihê fedayî ya şehîdên Hezîranê, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" Kongra Star Efrîn-Şehba ji bo bîranîna salvegera 28'emîn a çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan û pakrewanên meha Hezîranê meşiyan. Di meşê bi sedan jinên Efrîn û Şehbayê ji navçeya Şêrewa, Til Rifet, Ehdas, Ehrez û Fafînê beşdar bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û pankertên bi nivîsên "Jin, Jiyan, Azadî" hildan. Meş ji destpêka navçeya Ehrezê ya Şehbayê heya qada navçeyê bi diruşmeyên "Şehîd namirin","Jin, Jiyan, Azadî" berdewam kir.

Piştî meş gihîşt qadê veguherî mîtîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Paşê Koordinasyona Kongra Star Efrîn-Şehba Ferîda Îbo axivî û got: "Em di şexsa pakrewan Zîlan de hemû pakrewanên azadiyê bi bîrtînin bi taybet pakrewanên Hezîranê ku ji bo azadiya welatê xwe û gelê bin dest canê xwe fedayî kirine. Çalakiya fedayî ya pakrewan Zîlan ji hêzên faşizmê û dewleta Tirk a dagirker re bû bersiva herî mezin. 30'ê Hezîranê ji dewleta Tirk re bû rojek reş û tarî. Zîlan bi çalakiya xwe felsefeya Jin, Jiyan, Azadî pêk anî û bû pirek ji bo azadiya jinên bindest. Ee îro 28 saliya çalakiya pakrewan Zîlan bi serbilndî bi bîrtînin. Zîlan wê her zindî bimîne di dilê me de tu carî namire. Li ser xeta Zîlanan em dimeşin û kar û xebatên xwe jî li ser wê bingehê didin meşandin. Ew bû bersiv ji komkujiyên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dane meşandin."

Meş bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.