Li Nepalê di erdhejê de 157 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di erdheja bi lerza 5,6 ya ku duh êvarê li Nepalê pêk hat de 157 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Navenda Operasyonên Lezgîn a Neteweyî ya Nepalê diyar kirin ku erdhejeke bi mezinahiya 5,6 an pêk hatiye û navenda wê 42 kîlometre li başûrê herêma Jumla ya Nepalê ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Jajarkota herêma çandiniyê 105, li herêma Rukumê ya ku ser bi herêma erdhejê ye jî 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tê payîn ku hejmara miriyan zêde bibe

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di erdhejê de gelek kes birîndar bûne û tê payîn ku hejmara miriyan zêde bibe û bi gelek cihan re jî têkilî qut bûye. Rayedaran diyar kirin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên çiyayî tevî gundiyan cenazeyên miriyan û birîndaran ji xaniyên hilweşiyane derxistine û ragihandin ku ji ber şimitîna axê rê hatine girtin û nikarin biçin hinek gundan. Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin û birîndaran rakirine nexweşxaneyên li herêmê.

Berdevkê Polîsê Nepalê Kuber Kadayat diyar kir ku hêzên ewlehiyê riyên ku ji ber erdhejê şimitîna axê hatibûn girtin paqij kirine û xebatkarên tenduristiyê û malzemeyên tenduristiyê bi helîkopteran birine nexweşxaneyên li herêmê.

Erdheja ku duh êvarê Navenda Çavdêrî û Lêkolînê ya Erdhejê Neteweyî ya Nepalê 6,4 ragihand, ji aliyê Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ve mezinahiya wê 5,6 e. Navenda Sîsmolojiyê Neteweyî ya Hindistanê (NCS) di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dîjîtal da diyar kir ku erdhej bi mezinahiya 6,4 û 10 kîlometro di bin erdê da çêbûye. Ajansa nûçeyan a Hindistanê ANI News diyar kir ku erdhej li paytexta Neteweyî ya Hindistanê ya Herêma Delhiyê û hin herêmên li bakurê welat jî hat hîskirin.