Li Misrê tundiya li hemberî jinan tê normalîzekirin

Parêzer Shaima Hasan diyar kir ku jin di her warê jiyanê de rastî tundiya mêr tên û derdor jî tenê li vê rewşê temaşe dike û destnîşan kir ku divê cezayên giran ji bo kesên şîdetê dikin werin dayîn û civak were hişyarkirin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Li Misrê her roja ku diçre tundiya li hemberî jinan zêde dibe. Di encama xebatên ku tên meşandin de diyar bû ku li welat her sal 5 milyon jin rastî tundiya mêr tên û 2 milyon jin ji ber hatine birîndarkirin di nexweşxaneyan de tedawî dibînin. Bîlançoya ku di encama lêkolînê derket holê dide nîşan ku li welat jin di nava çendî metirsiyan de dijîn. Li gorî hejmara herî dawî, jinên ku rastî tundiyê hatine û serî li saziyên fermî dane 25 hezar e. Ev rewş nîşan dide ku li Misrê jinan li gorî zagonan naparêzin û tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Jinên ku li hemberî tundiyê li benda hevgirtinê ne, dikare were gotin ku tenê hatine hiştin.

Tenê li tundiyê tê temaşekirin

Der barê vê tundî û riya derbaskirina tudiyê de, em bi parêzer û çalakvana mafên mirovan Shaima Hassan re axivîn. Shaima Hassan destnîşan kir ku ew hewl didin destpêkên jinên rastî tundiyê hatine bibînin û tiştên jiyane bikin rapor. Her wiha da zanîn ku jinên li kolanan rastî tundiyê tên kesên derdorê dema rewşê dibînin, tenê li vê rewşê temaşe dikin û got: “Dema ku jin rastî tundiyê tên, mirovên ku wê demê li derdorê hene yan bi gotin yan jî bi dûrxistinê gelek rêbazên ku bicerîbinin hene. Jin dikarin werin bi wî rengî werin parastin lê belê piranî kes, dema vê rewşê dibînin tenê temaşe dikin.”

‘Tundî tê normalîzekirin’

Shaima Hassan diyar kir ku dema li gorî demên borî were qiyaskirin dê were dîtin ku tundiya li hemberî jinan zêde bûye û got: “Demên borî dema ku di navbera jin û mêrekî de alozî derbiketa, mirov bil ez diçûn cihê bûyerê û hewl didan mudaxele bikin. Niha jî derdê mirovan ew e ku wan dîmenan bi telefonê bikşînin. Ji ber ku hewl didin wêneyê wê kêliyê bikşînin, ji rizgarkirinê re dibe astengî. Ew rewş tirsnak e, temaşekirina li tundiyê, kişandina dîmen bi telefonê, nekirina tiştekî tê wateya tunebûna hestan. Di sûcên bi vî awayî de civak ber bi normalîzekirinê ve diçe. Ji ber vê bersûc dema ku sûc dikin ji bo xwe hincetan dibînin. Yên lê temaşe dikin dibêjin ‘Teqez xetayek kiriye’ û wî sûcî dixin stûyê mexdûr.”

Bersûc kesên herî nêzê jinan in

 Shaima Hassan bal kişandser girîngiya perwerdeyê û bi bîr xist ku bêdengî hêzê dide bersûc û wiha domand: “Bi giştî bersûc kesên herî nêz in. Weke hevjîn, bira û bav. Ew kesên nêz dema ku li hemberî jinan tundiyê dikin, di nava civakê de weke maf tê dîtin. Ger kesên nêz tundiyê bikin di bin de li sedeman digerin. Dema ku rewş wisa dibe mudaxele nakin. Tacîz û êrîşên zayendî yên li hemberî zarokên keç dibin sedema travmayên mezin. Di mijara qadên bi ewle ji bo zarokên keç de bêedaletiyek mezin heye. Dema dikevin medyaya dîjîtal û ragihandinê travmaya ku ew zaroka keç bijî, li ber çavan nayê girtin.”

Li her derê tundî li jinan tê kirin

Shaima Hassan behsa çend dozên ku bûye şahid kir û wiha got: “Rojekê ez li dadgehê bûm, li wê derê jinek ji bo zarokên xwe xwedî bike ji bo nefeqa bigre der barê hevjînê xwe yê berê de doz vekir. Piştre hevjînê berê li dadgehê li pêş çavên hemûyan êrîşê wê kir. Kesê mudaxele nekir. Mixabin tendê dengê mirovan ê ku digotin li dadgehê tiştekî wiha nayê kirin bihîst. Weke ku tundî li cihek din rewa be. Jinekê ji bo zarokên xwe daxwaza nefeqeyê kir û ji ber vê daxwazê rastî tundiyê hat. Jin li kolan, mal, dadgeh û gelek deran rastî tundiyê tên. Ji ber ku jin hevgirtinê nabînin, gelek caran ji be tirsa ewlehiyê ji malê dernakevin. Di bûyereke din de hevaleke min a ku li Nasr Caty dixebitî rastî êrîşê hat, hestiyên wê şikestin û 6 mehan xistin kirêcê lê belê bersûc nehat dîtin û nasnmeya wî diyar nebû. Ew hevala min ji wê demê ve êdî ditirse ji malê derbikeve.”