Li dijî ferzkirina hîcabê ji jinan banga serhildanê

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jinan ji bo xurtkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya di meha 7’an de didome bang kirin û gotin, “Bilindkirin û berdewamkirina serhildanê erka her yek ji me ye.”

Navenda Nûçeyan – Ruxmê ferzkirina hicabê ya li ser jinan serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan destpê kir di meha 7’an de didome.

Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî pêyama Hamaney a ji bo fermana ku li dijî jinên ku li gor ferzkirina hîcabê tevnagerin di rojên derbasbuyî de dabû rêveberiya polîsan, bi banga bilindkirina serhildanê bersiv dan. 

Jinan diyar kirin ku wê jin 26’ê Nîsanê li hember hikumetê bi sekna xwe ya antî-faşîst û wê bi cil û bergên li gor xwesteka xwe li kolanan bin. Jinan di peyama xwe de bang li her kesê kirin ku xwedî li serhildanê derkevin û wiha gotin: “Bi taybet erka mêr erka hemu beşên civakê ye ku li gel jin û keçên mêrxas bin û nehêlin ku di tiştekî herî biçûk de ewlekariya wan têkeve metirsiyê.”