Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi rengê biharê hat pîrozkirin

Li Geliyê Kersê ku li Serdeşta çiyayê Şengalê ye, bi rengê biharê cejna Çarşema Serê Nîsanê bi beşdarbûna hezaran kesan, bi şahî û dîlanan hat pîrozkirin.

Şengal - Çarşema Serê Nîsanê ango bi navek din Çarşema Sor li Geliyê Kersê ya li Serdeşta Şengalê bi rengê biharê û bi coş hat pîrozkirin.

Tê gotin di fermaneke berê de di werza biharê de fermanek li ser civaka Êzidî radibe û bi hezaran kes tên kuştin ji ber herikîna xwînê, jê re çarşema sor tê gotin. Civaka Êzidî ji vê cejnê re dibêje cejna Çarşema Serê Nîsanê yan jî cejna serê salê.

Cejna Çarşema Serê Nîsanê di çarşema yekem a Nîsanê de ye. Lê niha tenê Eşîra Feqîran di vê dîrokê de yanî 12’ê mehê pîroz dikin Ferqîr li gorî hesabê xwezayê li gorî heyv û rojê, roja cejnê dizanin. Lê di 50 salên dawî de Baba Şêx li gorî hesabê dewletê diçin ji bo wê ew hefteyek sûnde pîroz dikin. Lê ya rast ji aliyê tevahî Êzidiyan ve tê pejirandin ku hesaba Feqîran e.

Di pîrozbahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê de jinên Şengalê yên ku xwe bi cilên gelêrî xemilandin hestên xwe yên rengîn ji me re vegotin û dan diyarkirin ku cejn, mizgîniya biharê ye. Jinan cejnên kes û karên xwe pîroz kirin û hêviya xwe ya ji bo rojên azad û aram anîn ziman.