6 meh cezayê dûrxistinê li 4 xwendekaran hat birîn

Cezayê 6 meh ê dûrxistina ji dibîstanê li 4 xwendekarên ku li zanîngeha Damgha ya li fakulteya hunerê beşa sînema dixwînin hatine birîn.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî di meha 7’an de berdewam dike. Komara Îslamî ya Îranê ji bo tepisandina serhildana ku xwendekar jêre pêşengtiyê dikin hemû rêbazan di ceribînin. Xwendekarên ku di van demê dawî de bejdarî xwepêşandanan dibin yan ji dibîstanê tên qewitandin yan jî tên dûrxistin. 

Li gora daxuyaniya konseya Yekitiya xwendekaran cezayê 6 meh ê dûrxistina ji dibîstanê li 4 xwendekarên zanînageha Damgha li fakulteya Hunerê beşa Sînema dixwînin hatiye birîn. Cezayê xwendekaran ji aliyê Lêjneya Temîzê ya Disiplinê ve hate erêkirin.

Navê xwendekarên ku 6 mehan ji zanîngehê hatine dûrxistin wiha ye: Bahara Devanî, Mobina Yaqoubzadeh, Mahsa Soltani û Parizad Esmaili.