Li Afganîstanê dibistana xwendekarên jin hat şewitandin

Li parêzgeha Zabul a girêdeyî Afganîstanê dibistanek jinan ji aliye kesên nenas ve hat şewitandin.

Navenda Nûçeyan Li gor agahiyan li Afganistanê duh li parêzgeha Zabulê, dibistaneke keçan ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin.

Tê gotin ku piştî ev dibistan hat şewitandin, hemû belgeyên îdarî û pirtûkên tê de jî hatin şewitandin.

Heya niha ji aliyê Talîbanê ve derbarê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.