Li Misrê pirsgirêkên jinan û projeya têkoşîna li dijî bazirganiya jinan

Weqfa Pirsgirêkên Jinên a Misirê piştrast kir ku xebatên li ser "Projeya Têkoşîna li Dijî Baziganiya Jinan a 2019-2021'an" qedandiye, ew ê ji niha û şonde jî xebatê li ser ramana ku di têkoşîna li dijî bazirganiya jinan û tundiya li ser jinan tê meşandin û ji bo bidestxistina edalet û wekheviya jinan bixebitin.

ESMA FETİHÎ
Qahîre – Di 8'ê Kanûnê de Weqfa Pirsgirêkên Jinê ya Misirê di dawiya xebatên "Projeya Têkoşîna li Dijî Bazirganiya Jinan a 2019-2021'an" ku bi hevkariya Balyozxaneya Holendayê du salna dom kir, komxebatek li dar xist. Di komxebatê de, destkeftiyên Weqfê di çarçoveya projeyê de li ser asta derûnî, qanûnî, çandî û civakî hatin nirxandin. Bi nîşandana hin nimûneyên şînber ên serpêhatiyên jinên ku ji aliyê aborî ve hatin destekkirin û bi vê yekê karîbûn dest bi gavên pêşîn ên projeyên xwe yên piçûk bikin dest pê kir.
Proje bi dawî bû û xebat dewam dikin
Seroka Lijneya Emîndariya Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê, Parêzer Eza Slêman got ku Projeya Têkoşîna li Dijî Bazirganiya Jinan bi Balyozxaneya Holendayê re ku bi gelek projeyan piştgirî dide weqfê salekê dirêj kir û tekez kir ku encamên xebatên li ser projeyê mezin bûn. Derbarê karê Weqfa Pirsgirêkên Jinan de, Eza diyar kir ku ji sedî 70 ji mijarên Weqfê girêdayî jinan e, di heman demê ji sedî 30 girêdayî mêran e jî.
Projeya têkoşîna li dijî qaçaxçiya jinan
Rêvebira Bernameya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinan a Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê Nûra Mihemed hûrgilî û pêvajoya xebatên projeyê eşkere kir û destnîşan kir ku Weqf 20 sal in li ser mijarên bazirganiya jinan bi nav û eksên cuda dixebite. Nûra anî ziman ku fikra bazirganiya jinan an jî navê wê yê pejirandî di salên nodî de bi zewacên bazar û zewacên bê belge bû bi biyaniyan û ereban re ve girêdayî, her wiha bi îstismarkirina jinên kedkarên malan re û kar bi pêşkêşkirina şêwirmendî û xizmetên yasayî re sînordar bûye. Her wiha Nûra diyar kir ku rewş bi xebata li ser asta herêmî bi hevkariya 4 welatan di yek pirojeyê de ku tê de "Pirsgirêkên jinan" nûnertiya Misrê dike û di bin sîwana Yekîtiya Jinên Urdinê de pêş ket û qada xebatê li ser jinên Misrî yên ku li dervayî welat zewicîn, bi taybetî li hin herêmên Urdunê û rastî yek ji cureyên îstîsmarê hatin.
Nûra tekez kir ku ji sala 2019'an heta 2021'an kar û xebat li ser avakirina hişmendiya civakî zêde bûye, ji ber ku malbat, bi gelemperî rola wan di rûbirûbûna bazirganiya bi awayên cuda de heye, bêyî berçavgirtina encamên wê yên paşerojê. Her wiha xebat ji bo dîtina rêyên danûstendinê bi rayedarên têkildar re hate kirin, ji ber ku li cihê ku di rezervên tawanan û cezayên wan de lihevnekirin hebûn û şirovekirina xelet a hin dozên bazirganiya bi jinan re, hate kirin.
Nûra got ku haletên bazirganiyê pir in û wê hejmarek ji haletên ku ji rastiya pirojeyê derketine rêz kir û di nav wan de jinek hebû ku hevîjînê wê mûçeya xizmetguzariyê wê werdigire û di dema nexweşiya wê de steroîdan dide wê da ku karibe karê xwe bidomîne û betlaneyan nexwaze. Bi heman awayî, parsekî, wek ku hin jin dema ku ducanî dibin hevjînê wan ji wan re dibêje ku wê vê zarokê bîna da ku parsekiyê ji wan re bike ya jî dibêjin ku ew berê pir caran zewiciye û gelek zarok anîne da ku parsekiyê bi wan bike, ev hemû aliyên xirab ên bazirganiya jinan in.
Aliyê yesayî
Derbarê aliyên yasayî yên bazirganiya jinan, di komxebatê de hate tekez kirin ku qanûn di sala 2010'an de hat derxistin, weke bersivek li hember tevgereke navdewletî, ji ber ku bazirganiya mirovan yek ji tawanên organîzekirî ye û danûstandin ligel yasayên navdewletî bi gelemperî cuda ye ji ber ku xweza û forma sûcê li hundurê Misrê cudayî ji derveyî wê ye. 
Di komxebatê de hate eşkere kirin ku lêkolîna dozan û danberheva bi welatên din re, şêweyên cuda yên bazirganiya mirovan îspat kir, li hin welatan ew tenê bi koçberiya neqanûnî û li hin welatan bi kar, fuhûş, an jî îstismarkirina jinan re sînordar bû, lê li Misrê ev yek cuda ye, ji ber ew di zewaca bi temen biçûk, koçberiya neqanûnî, leşkerkirina welatiyan ji bo operasyonên terorîstî û sirgûnkirina jinan di bin sernavê cîhadê de, hate temsîlkirin. 
Di komxebatê de hate gotin ku ew qanûn xwedî avantajên mezin e, ji ber ku ew axaftinek e ku ji 11 salan zêdetir derbas nebûye û ramanên wê nû ne û dibe ku di qanûnên din de tune bin, desteyek berpirsê cîbicîkirina wê heye, ew jî Komîteya Hevahengiyê ye, cezayên wê yên giran hene, çarçoveyeke wê ya pir berfireh heye, madeyek li ser parastina kesên ku rastî bazirganiyê hetine, kesên ku agahdarî dane û şahidên bûyerê heye. Her wiha Sindoqek hate damezrandin ji bo lênihêrîna kesên rizgarbûyî yên bazirganiya mirovan.
Bandorên derunjî ên bazirganiya jinan
Derbarê bandorên derûnî yên bazirganiya jinan de, psîkiyatr Neamat Elî wiha got: "Li gorî Rapora Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser bazirganiya mirovan, yên herî zêde di nav civakê de rastî hemû cureyên şîdetê tên jin in. Gelek kes hene ku nizanin ku ew di bin xetera bazirganiyê de ne, ji ber ku ew bi gelemperî ji hêla kesên nêzî endamên malbatê tê kirin."
Neamet lê zêde kir ku krîz di wê yekê de ye ku jinên ku ji rastî bazirganiyê hatine alîkariya derûnî ya pispor nagirin û wiha pê de çû: "Hin jinên ku rastî bazirganiyê hatine, alîkariya sûcdara dikin ku bazirganiyê bidomîne, ji ber vê yekê divê ew jin ji vê yekê rizgarkirin û ev rola xizmeta derûnî ye."
Neamet destnîşan kir ku bûyerên trawmatîk dihêle ku mirov di derbarê xwe de ramanên negatîf bike û baweriya xwe bi kesên din winda bike û ev rewşa kesên ku ji bazirganiyê rizgar bû ne ye, bê guman hewcedariya van kesan bi piştgirîya derûnî heye da ku wan ji vê rewşa trawmatîk derxînin.
Çîrokên ji rastiya civakî ya bazirganiya jinan
Di komxebatê de çend çîrokên jiyanî yên jinên ku rastî bazirganiyê hatine, hatin pêşkêşkirin ji wan çîrokan çîroka jineke ciwan ku ji şêwirmendê civakî li Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê re got ku ew du caran ji aliyê bavê xwe ve hatiye firotin û pirs kir ku ger ku ew bi xwe, xwe bifroşe dê krîz çi be?, her wiha çîroka jinek ku piştî du heftî ji zewacê hevjînê wê ji re got ku dema wê qediya ye, ji ber yekê ew jin ji vê gotinê ecêbmayî mabû û got ku dema wê negihaştiye asta penîrê bi navê Nesto yê ku dema wî heya sê heyva ye.
Di komxebatê de çîroka jinek din jî ku jê re diya Sabirîn tê gotin, vegotin, ku gelek carî xwazgînê keça wê dihatin lê ji ber xizaniyê wê nedikarî keça xwe bizewicîne, hevjînê diya Sabirîn ji re dibêje ku ew ê gurçika xwe bifroşe da ku lêçûnê zewaca keça xwe derbixe û keça xwe bizewicîne, hevjînê wê diçe û demekê jiderveyî malê dimîne û bi xemgînî vedigere û ji diya Sabirîn re dibêje ku gurçika wî ne guncaw e ku bifroşe, ji ber vê yekê dê dayik biryar dide ku xwe feda bike û gurçikê xwe bifiroşe, dema ku diya Sabirîn piştî firotina gurçika xwe ji nexweşxaneyê derdikeve dibîne ku hevjînê wê pereyên heqê gurçika wê stendine û bi jineke din re zewiciye.
Hêjayî gotinê ye ku di komxebatê de yek ji jinên ku ji bazirganiyê rizgarbûne bi alîkariya derûnî û yasayî ya ji aliyê Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê ve krîza xwe û tiştên ku piştî rizgarbûna xwe gihand pêşkêş kir. Her wiha hin ji jinên ku ji bazirganiyê rizgarbûne jî hunerên xwe yên destan nîşan dan yên di ancama sûdwergirtina wan ji pêkhateya aborî ya pirojeya dijî bazirganiya mirovan, çêkirine.