Li Mexribê lêkolîn li ser çareserkirina pirsgirêkên tundiyê tên kirin
Seroka Dezgeha Bilind a Ragihandina Odîovîzûel Letîfa Îxirbaş diyar kir ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û amar destnîşan dikin ku asta diyardeya civakî derbas kiriye gihîştiye asta karesateke civakî.
Seroka Dezgeha Bilind a Ragihandina Odîovîzûel Letîfa Îxirbaş diyar kir ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û amar destnîşan dikin ku asta diyardeya civakî derbas kiriye gihîştiye asta karesateke civakî.
Mexrib – Di 1'ê Kanûnê de Seroka Dezgeha Bilind a Ragihandina Odîovîzûl ku bi "Haka" tê naskirin, Letîfa Îxirbaş, lêkolînek li ser muameleya medyayê yên der barê tundiya li dijî jinan de ragihand.
Letîfa di axaftineke ku di komxebateke înteraktîf de li bajarê Salê hatibû organîzkirin de ji bo ku lêkolîna xwe pêşkêş bike, dabû wiha got: "Mijara muameleya medyayê ya der barê tundiya li dijî jinan ne tenê girêdayî Mexribê ye, di hemû civakan de dikeve rojevê."
Letîfa da zanîn ku rast e ger em ezmûna kolektîf û encama hewldanan bipirsin, ji bo bihêzkirina beşdariya medyayê ji bo piştgirîkirin û pêşvebirina mafên jinan û her wiha avakirina çanda wekheviyê û wiha pê de çû: "Tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe û amar destnîşan dikin ku asta diyardeya civakî derbas kiriye û gihîştiya asta karesateke civakî. Pêdivî heye ku lêkolînên rast û bi taybetmendiyên zanistî bên kirin ku mijara wan bandora medyayê di nirxandina vê diyardeyê de be."
Latîfe anî ziman medya xwediyê potansiyelek mezin e ji bo pênaskirin û hestiyarkirina tirs û giraniya tundiya li ser jinan û roleke mezin di razîkirin û çalakiya li dijî sedem û encamên wê de dilîze û wiha berdewam kir: "Muamelekirina medyayê ya li ser mijareke tevlihev a wekî şîdeta li dijî jinan, pêwîstî bi pabendbûneke rewşenbîrî ya berpirsyar heye."
Rola medyayê di mijara hişyariya tundiya li ser jinan de kêm e
Di lêkolînê de gelek hêman hatin şopandin ku îsbat dikin ku asta hişyariya medyaya Mexribê ya li ser mijarên tundiya li dijî jinan hê jî kêm e.
Hêjayî gotinê ye ku komxebata muameleya medyayî ya der barê mijarên tundiya li ser jinan, di çarçoveya kampanyaya li dijî tundiya li dijî jin de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin û ji bo bicihanîna sozên ku li bajarê Marakeşê ji bo tunekirina tundiya li ser jinan hatine ragihandin pêk hatiye.
Bi pêşengiya Seroka Yekitiya Neteweyî ya Jinên Mexribê,Lala Meryem ku di 8'ê Adara 2020'an ji aliyê 5 sektorên wezîran ve û Seroka Dezgeha Bilind a Ragihandina Odîovîzûel hatiye îmzekirin, hat.