Li Mexmûrê jî nameya Însiyatîfa Edaletê dan NY’yê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê jinan ji bo Nagîhan Akarsel nameya vekirî ya însîyatîfa edaletê dan NY’yê û jinan di nameya xwe de daxwaza dadgehkirina hemu berpirsên qetilkirina Nagîhan Akarsel kirin.

Mexmûr- Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Însiyatîfa Edaletê ji bo têkildarî qetilkirina rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel, nameyek vekirî ji raya giştî ya navneteweyî re nivîsand. Di nameyê de îmzeya 266 kes, 46 rêxistin û saziyên ji 51 welatan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sudanî re hatiye nivîsandin, hene.

Li wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi pêşengtiya Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûr jinên wargehê ji bo piştgirya xwe Însiyatîfa Edaletê Ji Bo Nagîhan Akarsel bidin nîşan kirin bi riya daxuyaniyekê nameyek vekirî radestî NY’ê kirin. Daxuyanî li ber deriyê Saziya Meclîsa Îştar ya Mexmûrê hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di şexsê cangorî Nagîhan Akarsel de ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Jineolojî Cîhan Benek daxuyanî da.

Di nameya vekirî ya jinên wargehê de bal hat kişandina ser êrişên dewleta Tirk yên li hember pêşengên Tevgera Jinên Kurd û li hemberî pêkanînên dewleta Tirk bêdengiya dewletên navneteweyî. Her wiha jinên wargehê daxwaza edaletê û ji bo pêşîgirtina li qetilkirinên nû gavên lezgîn werin avêtin kirin.

Daxwazên di nameya vekirî de wiha ne:

• Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbar û hemû berpirsên qetilkirina Nagihan Akarsel û hemû qetilkirinên siyasî.

• Ji bo Hêzên hewayî yên Tirkiyeyê girtina qada hewayî ya Iraq û Sûriyeyê, tevî balafirên bêmirov ên biçek û bêçek.

• Divê zext li  Tirkiyê bê kirin da ku êrîşên neqanûnî, siyaseta dagirkeriyê, şer û qetilkirinên sîstematîk ên li dijî parêzvanên mafên jinan û gelên li her deverên Kurdistan, Iraq, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn rawestîne.

• Ji ber sûcên şer li gorî hiqûqa navneteweyî darizandina Erdogan û hikûmeta AKP’ê, sûcên li dijî mirovahiyê, qirkirinên gel û jinan 

• Pêkanîna edaletê ji bo Jîna Emînî û hemû jinên din ên Îranê yên ku ji ber têkoşîna maf û azadiya jinan hatine qetilkirin, îşkencekirin an jî girtin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.