‘Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re Şoreşa Zimanê Kurdî destpê kir’
Hevseroka desteya perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê Semîra Haj Elî anî ziman ku rejîma Baasê zimanê Kurdî qedexe kiribû Semîra got bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, şoreşa zimanê Kurdî destpê kir.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Desteya Perwerdeyê girîngiya zimanê Kurdî wekî zimanekî dayikê di pêvajoya perwerdeyê de tekez dike, ji ber ku ew beşdarî xurtkirina nasnameya çandî û avakirina nifşeke xwedî hişmendî û jêhatî ji bo pêşerojeke aramtir dibe.
Hevseroka desteya perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê Semîra Haj Elî ji ajansa me re anî ziman ku rejîma Baasê zimanê Kurdî qedexe kiribû.
Semîra Haj Elî diyar kir ku heziriyên ji bo zimanê Kurdî di sala 2011’an de destpê kirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, şoreşa zimanê Kurdî destpê kir. Ew bû gava yekemîn ku em wekî gelê Rojava, bi ziman û nasnameya xwe pêşveçênên wê şoreşê jî di nava şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi pêşve bibin. Komxebatên ji bo zimanê Kurdî di sala 2011’an de destpê kirin. Di şoreşê de yekemîn dibistanên biçûk ên fêrkirina zimanê Kurdî hatin vekirin, beşdariyeke zêde ji wan dibistanên me yên biçûk re hebû, gel dixwest fêrî zimanê xwe bibe. Ji ber vê yekê bi dilxweşî û disozî her kes beşdar dibû dixwest fêrî zimanê xwe bibe.”
‘Ji ber vê Kobanê Efrînê û Cizîr plansaziyên xwe ji bo vekirina dibistanan kirin’

Semîra Haj Elî da zanîn ku rejîma Baasê qebûl nedikir zimanê Kurdî bikeve dibistanan û wiha domand: “Di sala 2012’an de Konferansa Zimanê Kurdî li Amûdê hat lidarxistin, di wê konferansê de gelek xalên girîng ji bo zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin. Rejîma Baasê qebûl nedikir em derbasî dibistanan bibin û şagirdan fêrî zimanê Kurdî bikin, ji ber vê deriyê dibistanan hatin şikandin. Ji ber vê Kobanê, Efrînê û Cizîrê pilansaziyên xwe kirin ku hemû dibistanan vekin. Tevî zehmetiyan jî me îsbat kir ku em ê çend saetan dersa zimanê Kurdî bidin şagirdan. Di nava salek an sal û nîvek de ji bo dibistanên seretayî, navîn û amadeyî ji hemû xwendekarên me re yên Kurd re setên bi zimanê Kurdî weke bingehînek hatin dayîn.”
‘Di sala 2015 û 2016’an de li Kobanê Efrîn û Cizîrê minhacê bi Zimanê Kurdî derbasî dibistanan bû’
Semîra Haj Elî da zanîn ku di sala 2019 û 2020’an de bi temamî minhacên Rêveberiya Xweser bi sê zimanan derbasî dibistanan bûne, şagirdan bi zimanê dayikê xwendine û wiha pêde çû: “Di sala 2014`an de Rêveberiya Xweser hat ragihandin, ji ber vê yekê Desteya Perwerdeyê jî ket fermiyetê û îsbat ku bû wekî statuyek Rêveberiya Xweser heye. Bi vê yekê re Desteya Perwerdeyê dest bi kar û barên minhacê bi zimanê Kurdî kir û derbasî dibistanan kir. Di sala 2015 û 2016’an de, li Kobanê, Efrîn û Cizîrê minhacê bi zimanê Kurdî derbasî dibistanan bû. Heta sala 2019 û 2020’an bi temamî minhacên Rêveberiya Xweser bi sê zimanan derbasî dibistanan bûn û şagirdan bi zimanê dayîkê xwendin.”
Semîra Haj Elî destnîşan kir ku ger kesayetek ji zimanê xwe dûr be wê ji nasname û fikrên xwe jî dûr be û wiha got: “Pêvajoyên pir girîng bûn, heta roja îro berdewam dikin. Zehmetî hebûn di amadekirin û çapkirina minhacan de. Li seranserê Rojavayê Kurdistanê Peymangeh hatin vekirin ji bo amadekirina mamosteyan û ji bo bilindkirina asta mamosteyan akademî hatin vekirin. Di sala 2015’an de Zanîngeha Efrînê hat vekirin, di sala 2016`an de Zanîngeha Rojava li Cizîrê hat vekirin û 2017’an Zanîngeha Kobanê hat vekirin. Ev jî bû destek ji bo xwendekarên zimanê dayîkê dixwînin bê maf nemînin. Pêvajoyeke aliyê serkeftinên wê pir bûn û pêvajoyek aliyê zehmetî û astengiyên wê pir bûn. Dema em ji zimanê xwe dûr bûn, em ji fikrên xwe jî dûr bûn. Dema ku me zimanê xwe nas kir me fikir û nasnameya xwe jî nas kir.”
‘Perwerdeya bi zimanê Kurdî wê her dem were dayîn’
Semîra Haj Elî bal kişand ser mijara entegrasyonê û wiha bi dawî kir: “Îro em di pêvajoyeke nû de bi rêveberiya demkî re, mijara entegrasyonê di rojevê de ye û hinek nezelalkirina wê heye. Bi salên dirêj van herêman xwe bi rêve dibirin, ji ber vê wê hinek zehmetî çêbibin. Mersûmê 13’an ku rêveberiya demkî ragihand tenê du saet zimanê Kurdî wê hebe lê li Rojavayê Kurdistanê ev nayê qebûlkirin û zimanê Kurdî dê wekî pergala berê bimîne. Perwerdeya bi zimanê Kurdî wê her dem were dayîn, îsal û sala pêşiya me jî wê her minhacê Rêvebriya Xweser be. Piştre wê minhacekî niştîmanî li ser asta Sûriyeyê bi giştî were çêkirin û taybetmendiyên Kurdan wê tê de hebin. Ya girîng perwedeya bi zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd e. Pêwîst e di destûra Sûriyeyê de, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”