Li Hesekê ji bo komkujiya Ermenan merasîmek hat li darxistin
Meclîsa Civakî ya Ermenî bi hevkariya Partiya Yekîtiya Ermenî, bi boneya 111’emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan merasîmek li dar xist .
Hesekê – Bi boneya 11’emîn salvegera Komkujiya 24’ê Nîsana 1915’an a li dijî gelê Ermen, li navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê Meclîsa Civakî ya Ermenî bi hevkariya Partiya Yekîtiya Ermenî merasîmek bîran,nê li dar xist. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, kesayetên olî, civakî, çandî û pêkhateyên cuda, beşdarî merasîmê bûn.
‘Em hene, em xwedî dîrok in’
Piştî deqeyek rêzgirtin û pêxistina mûman ji bo giyanê cangoriyan, merasîmê destpê kir. Di merasîmê de endama Partiya Yekîtiya Ermen Guhar Xatşaduriyan axivî û diyar kir ku Osmanî li ser qirkirina gelan desthiltdariya xwe ferz dikin û wiha got: “Osmaniyan zêdetirî milyonek Ermen qir kirin. Li ser xwînrijandin û qirkirinê dewleta xwe ava kir. Em wek civaka Ermen em hene û emê hebin û ji bo xwedî derketina li dîrok û nasanmeya xwe têkoşînek mezin didin meşandin.”
‘Hevgirtina Gelan rê li ber qirkirinê digre’
Pişt re Hevseroka Meclîsa Civaka Ermenî Arêf Qesebiyan axivî û da zanîn ku komploya qirkirina gelan di roja îro de zindî dibe û got: “Komkujiyên sala 1915’an îro li Sûriyeyê dubare dibin. Ji bo pêşîgirtina li wehşetên din ên li dijî me, divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Ev komkujî hemû ji aliyê hêzên mezin ve tên kirin; ew komployek li dijî me ne. Yekîtiya me mifteya pûçkirina planên vê komployê ye ku armanca wê tunekirina me ye.”
‘24’ê Nisanê qêrîna milyon û nîvek kes r’
Li ser navê Meclîsa malbatê Şehîdan Rêzan Gulo hemû kesên di komkujiyan xwe jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Gel di serdemeke tarî de jiyan dike, ji ber ku dewlet bi tunekirina gelên li ser axa xwe jiyan dike, xwe ava dike, ji ber wê împaratoriya xwe li ser xwîna gelê xwe ava kiriye. Lewma em jî dibînin ku 24’ê Nîsanê qêrîn, koçberî, qetilkirin û êşa milyon û nîvek mirov e .”
Pîştî axaftinan sinevzyona li ser dîroka 24’ê Nîsana 1915’an hate pêşkêşkirin .
Merasîm bi pêşkêşkirina şano li ser hebûn û êşa civaka Ermen bi dawî bû.