Li herêma erdhejê 4 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin
Piştî gotina Erdogan a ‘Talanker’ ji bo ku OHAL’ê rewa bike, duh li Hatayê ji 3 kesên ku ji wan re gotin talanker, li ber çavên polîsan bi lînckirinê hatin qetilkirin. ÇHD’ê da zanîn ku Ahmet Gureşçî li Hatayê bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Di erdheja Mereşê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Erdogan, kesên ku çûne hewara alîkariyê, bi mohra talankeran bi lînckirinê re rûbirû hişt. Dîmenên 4 kesên ku bi îdiaya ‘talanker’ bi îşkenceyê hatin qetilkirin, bi awayê pesnkarî hatin servîskirin.
Duh li navçeya Defneyê ya Hatayê 3 kesên ku pîqabek malê bar dikirin dan sekinandin û bi îdiaya talanê, hatin lînckirin. Di dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin de, cenazeyên 3 kesên îşkence li wan hatiye kirin li erdê dirêjkirî ne hene. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs mudaxeleyî girseya ku her sê kesan lînc dike nakin.
ÇHD: Ahmet Gureşçî di bin çavan de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî binçavkirin û îşkenceyên li herêma erdhejê, duh daxuyanî da. Daxuyanî li ser hesabên medyaya civakî ya komeleyê hat parvekirin û wiha hat gotin: “Kesên bi navên Ahmet Gureşçî û Sabrî Gureşçî, li Taxa Buyukburç a Hatayê ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Ahmet Gureşçî ku di bin çavan de rastî îşkenceyeke giran hat, jiyana xwe ji dest da. Mirina Gureşçî ji hêla wan ve hatiye piştrastkirin. ÇHD’ê destnîşan kir ku Sabrî Gureşçî jî rastî heman îşkenceyê hatiye û niha li heman cihî tê girtin. Li gel Gureşçî, 4 kesên din jî di bin çavan de ne.”
Gef li parêzeran xwarin
Parêzerên ÇHD’ê ji bo şopandina kiryaran û belgekirina îşkenceyê hewl dan lê polîsan bi gotinên ‘dê heman tişt bi serê we de jî bê’ gef li wan xwarin û gotin: “Divê Sabrî Gureşçî û binçavkiriyên din tavilê bên sewqkirin. Ne ewlehiya canê Gureşçî û ne jî ya hempîşeyên me tune ye. Divê rayedar tavilê mudaxeleyî vê rewşa hovane ya tirsnak bikin.”
Erdogan û trolên AKP’ê zemîna lînc û îşkenceyê ava kirin
Ji aliyê din ve, li herêmên erdhejê gelek bûyerên îşkenceyê ku polîs jî di nav de ne tên raporkirin, ev çend rojên dawî ji hesabên paramîlîter ên girêdayî hikûmetê, dîmênên îşkenceyê ku îdia dikin ‘talanker in’ tên servîskirin. Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan di roja 4’emîn a erdhejê de li Dîlokê axivî û piştî van gotinên wî hejmara kesên ku bi navê ‘talanker in’ tên îşkencekirin zêde bûn. Trollên AKP'ê, hesabên paramîlîter û hin rojnameyên alîgîr, dîmenên leşker û polîsan ku îşkenceyê li kesên îdia dikin ‘talanker in’, bi awayê pesnkirinê parve kirin.