Li Helebê jin li ser siyaset û êrişên li dijî jinan nîqaş dikin

Li Helebê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de panelek tê li dar xistin. Di panelê de siyaset-êrişên li dijî jinan û wateya berxwedana 8’ê Adarê tên nîqaşkirin.

Heleb – Panela ku di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê yên ku bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" tê li dar xistin, ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li Xwaringeha Talêt Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.

Di panela ku jinên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlê dibin de nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî amade bûn.

Di panelê de wê li ser mijarên "8’ê Adarê roja berxwedanê" û "Siyaset û binpêkirinên li dijî jinan" nîqaş bên meşandin.