‘Jina bihêz û zana, dikare saziyên herêmê bi rê ve bibe’

Rêvebera Desteya Jinê ya kantona Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku bihêzkirina jinan bingeha avakirina aramiyê û civakek demokratîk a li ser bingeha edalet û wekheviyê ye û got ku jina bihêz û zana, dikare saziyên herêmê bi rê ve bibe.

ESMAA MUHEMED

Qamişlo – Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke demdirêj dimeşînin û bi gelek zehmetiyan re rûbirû ne. Lê dîsa jî ew şiyanên xwe bipêş dixin û di hemû warên jiyana siyasî, civakî, aborî û leşkerî de bi bandor beşdarî xebatan dibin.

Di bin şert û mercên dijwar û zehmetiyan de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi rêwîtiyek bêhempa kirine. Rastiya xwe ya civakî û siyasî veguherandine. Ew bûne yek ji hêzên herî girîng ên ku di warên jiyanê de çalak in. Ev têkoşîna ku bi Şoreşa Rojava dest pê kir ne tenê şerê mafan e, projeyek ji bo avakirina civakek nû ya li ser bingeha edalet, wekhevî û rûmeta mirovan e jî.

Berî destpêkirina Şoreşa Rojava, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dûrxistin û astengiyên girîng ên ji ber feraseta baviksalar a serdest re rûbirû diman. Rola wan di siyaset û kar de sînordar dikir û di gelek waran de ji azadiya wan bêpar dihişt. Lê îradeya xurt a jinan û redkirina wan a teslîmbûna li hember zagonên dûrxistinê, ew ber bi gelek şeran ve birin. Di encamê de modelek jinan a bêhempa hat damezrandin ku girîngiya rola jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de destnîşan dike.

'Ezmûnên jinan di bidestxistina guhertinê de rolek lîst'

Rêvebera Desteya Jinê ya kantona Cizîra Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohat Xelîl qala rastiya civakê ya berî Şoreşa Rojava kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Jinan di warên siyaset û kar de ji ber bêparbûna aşkara, êş kişandin. Ji ber feraseta serdest a mêr, rastî zehmetiyên mezin hatin. Ev astengî nekarîn xeyal û armancên jinan vemirînin û şoreş xaleke diyarker bû ku bi riya wê jinan îradeyek xurt a ji bo parastina mafên xwe nîşan da. Ramana Rêber Abdullah Ocalan faktorek sereke di bihêzkirina jinan de bû ku rê li ber jinan vekir da ku şoreşê bi rê ve bibin. Di şoreşê de, jinan gelek ezmûn derbas kirin. Xalek di hişmendî û bihêzkirina wan de nîşan dan. Wan qonaxên pêşketina domdar derbas kirin ku perwerdehiya rewşenbîrî û rêxistinî û beşdariya çalak di xebata meydanî û siyasî de dihewîne. Van ezmûnan stûnek bingehîn ji bo avakirina modelek jinan pêk anîn ku girîngiya rola jinan di bidestxistina guhertinek berfireh de nîşan dide.”

Jina bihêz û zana dikare edalet û wekheviyê bipêş bixe''

Rohat Xelîl da zanîn ku jinan bi riya perwerdehiya rewşenbîrî û danişînên diyalogê, kapasîteyên xwe xurt kirine û wiha axivî: “Bihêzkirina jinan ne tenê mijarek civakî an mafên mirovan e, her wiha ji bo bidestxistina aramî û pêşketina domdar, stûnek siyasî ya bingehîn e jî. Jina bihêz û zana, dikare saziyên herêmê bi rê ve bibe û edalet û wekheviyê bipêş bixe. Ji ber vê hêzdarkirina wê hewcedariyek bingehîn e di avakirina projeyên siyasî de. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû waran de roleke girîng û bi bandor lîstine, ji ber vê ew ji bo hemû jinên ku dixwazin xwe bipêş bixin, mafên xwe bi dest bixin û rûmeta xwe biparêzin, bûne modelek. Li kêleka qadên civakî, di warên leşkerî de jî rol lîstine û hebûnek xurt nîşan dan ku nayê paşguhkirin.”

'Hêzdarkirina jinan ne vebijêrkek e pêdiviyek stratejîk e'

Rohat Xelîl da zanîn ku ev rola qehremanî ya jinan di têkoşîna neteweyî de cihek girîng daye jinan û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev ezmûna bêhempa ya ku ji hêla jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye bidestxistin piştrast dike ku hêzdarkirina jinan ne vebijarkek e, lê pêdiviyek stratejîk e ji bo misogerkirina parastina destkeftiyên şoreşê û bidestxistina pêşerojek aram ku her kes tê de azadî û rûmetê bi dest bixe.”

Sembola hêz îrade û guhartinê ye'’

Rohat Xelî di nav gotinên xwe de tekez kir ku jin ji destpêka şoreşê ve bi pirsgirêkên civakê ji ber zihniyeta mêr a serdest re rûbirû mane û wiha axaftina xww domkir: “Ev zehmetî ne tenê bi civaka derve ve sînordar bû, lê carinan berfireh bû û hin malbatên ku vê zihniyeta zordar li dijî jinên xwe pêk dianîn jî di nav xwe de digirt, wan di bin kontrola kevneşopî û şert û mercên ku azadiya wan sînordar dikirin de dihiştin. Li hember van dijwariyan şoreşê hewlda ku puştevanî û bihêzdarkirina jinan bike ji bo ku azadiya xwe bidest bixin û parastina maf û destkeftiyên xwe bikin. Armanca şoreş ew bû ku jin bibe pêşengek çalak di avakirina civakê de. Ji ber vê em dibînin ku jin îro rolên pêşeng dilîzin. Jin bûne sembola hêz, îrade û guhartinê, her wiha di avakirina civakek demokratîk de rol dilîzin. Ev jî bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.”

‘Jin kevirê bingehîn ê jiyanê ye'

Rohat Xelîl destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mafên xwe nas bikin hewl didin dengê xwe bighînin hemû jinên cîhanê, ew jî bi riya felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev gotin ne tenê slogan e, ew têkoşîna jinan a li dijî hemû cureyên binpêkirin û zilmê nîşan dide. Peyama min jî ji her jinekê re heye ku îradeya xwe li dijî kêşe û zehmetiyan xurtir bikin. Ji ber ku jin ne tenê parçeyek ji tevna civakî ye, kevirê bingehîn ê jiyanê yê ji bo parastina maf û hebûna xwe ye.”

‘Jin parêzvana ax û gelê xwe ye'

Rohat Xelîl derbarê hewcedariya rêxistinkirina jinan û avakirina hêza xwe de jî nirxandin kir. Rohat destnîşan kir ku Hêzên Parastina Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnek nû ya di têkoşîn û berxwedana jinan de bûye û wiha got: “Wan li dijî hêzên terorîst ên xeternak liberxwe dan. Wê nîşan da ku ew parêzvana ax û gelê xwe ye û dikare bibe hêza berxwedanê û çavkaniya îlhamê ji hemû jinan re. Di çeperên şer de bi lehengî li ber xwe da û herî dawî di berxwedana bendava Tişrînê de ev yek hat îspatkirin. Ev qehremanî diyar dike ku azadî û rûmet bi îsrar û îradeyê tên. Azadî bê wekhevî û rûmet, bê hêzdarî ne gengaz e. Divê her jinek hêza xwe bipêş bixe ji bo ku bibe endamek çalak di civakê de. Ji ber armanca me ew e ku her jinek maf û hebûna xwe nas bike.”