Aktîvîstên Lîbyayî: Pevçûn bûne sedema pirsgirêkên civakî û aborî
Aktîvîstên jin ên Lîbyayî destnîşan kirin ku şerê li Lîbyayê bûye sedema pirsgirêkên civakî û aborî û gotin: “Ev şer rola jinan di civakê de lawaz kiriye.”

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ
Lîbya – Şer û pevçûn rewşa ewlehî û civakî ya jinên Lîbyayî xirabtir dikin. Bi taybetî ji bo çalakvanên siyasî û mafên mirovan ên jin, dibin sedema belavbûna bûyerên xeternak ên wek gefa revandinê, xirabûna rewşa jiyan û tendrustiyê ve. Ji ber zêdebûna tundiya navmalî û destdirêjiya zayendî, jin ji xizmetguzariyên bingehîn û perwerdehiyê bêpar dimînin. Beşdariya wan a di karûbarên giştî û civakî de lawaz dibe.
Her ku diçe, li Trablusê tundî zêde dibe û tirsa ji nû ve pevçûnên di navbera hêzên girêdayî Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî û Hêza Astengkirinê ya Konseya Serokatiyê de heye. Digel vê yekê jî, tirs zêde dibe ku heman senaryo dubare bibe û sivîlên, di nav de jin û zarok jî hene rastî binpêkirinan werin. Ji ber ku hikûmet di hêla parastina wan de têk çûye.
'Pevçûn bûne sedema pirsgirêkên civakî û aborî'
Çalakvana civaka sivîl Naîmîa El-Erîbî diyar kir ku li paytextê di navbera milîsên çekdar ên ku ji bo desthilatdariyê reqabetê dikin de bûyer diqewimin û wiha got: “Saziyên civaka sivîl û endamên wan ên jin, ji van bûyerên ku diqewimin, bi bandor dibin. Ev pevçûn, beşdariya jinan a di çalakî û bernameyên ku ji bo pêşxistina endamên sazî û rêxistinan li seranserê herêma rojava hatine çêkirin de, lawaz dike. Pevçûnan pirsgirêkên civakî û aborî çêkirine ku bandorê herî zêde li jin û zarokan dikin. Ev hemû pevçûn, yekîtî û hevgirtina welêt têk dibin.”
'Nakokî rola jinan sînordar û lawaz dike'
Endama Rêxistina Ambition For Children and Womanê Henan El-Madbal li ser bandora şerên çekdarî ya li ser serkeftina akademîk û performansa kar a jinan axivî. Henan destnîşan kir ku şîdeta siyasî û şerên siyasî û çekdarî bandorê li ser performansa kar, serkeftina perwerdehiyê û beşdarbûna jinan a di civakê de dikin. Henan derbarê xetereya li pêşiya jinan de mînakek wiha da: “Endamên fakulteya jinê ya li zanîngeh û peymangehên bilind, dibînin ku ger li Trablusê an bajarên din şerên çekdarî derkevin holê, ew ê ne tenê ji bo jinan ji bo nifşên paşîn jî bibe sedema astengiyên di perwerde û hînbûnê de. Jin endamên girîng ên civakê ne û di hemû qadên jiyanê de cih girtine. Nakokî rola jinan sînordar û lawaz dikin, ev jî bandorek neyînî li ser civakê dike. Pêwîstiya dîtina çareseriyên radîkal ji bo pirsgirêka komên çekdar û belavbûna çekan heye. Çareseriyên demkî bê bandor in. Em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku ji bo aramiya welêt tev bigerin."
'Pevçûn bandorê li tenduristî û rola jinan dike'
Çalakvana mafên mirovan Qedriya Osman, bawer dike ku gulebaran û pevçûnên çekdarî bandorek mezin li ser jiyana jinan dikin. Qedriya da zanîn ku bi taybetî jî dema ku jin derengiya şevê derkevin rastî xetereyan tên û wiha axivî: “Ev dikare bibe sedema krîzên mirovî, bi taybetî ji bo jinên bi nexweşiyên kronîk an jî pêdiviyên taybet ketine. Dibe ku ji bo wan derketina ji herêma pevçûnên çekdarî dijwar be. Ev yek rê li ber şiyana tîmên bersiva bilez digire ku pêdiviyan nas bikin û alîkariyê bi dest bixin. Pevçûn bandorek neyînî li ser tenduristiya laşî û derûnî ya jinan û rola wan a di nav malbatê de dikin.”