Li Esfehanê serdegirtina malan: 10 jinên Bahaî hatin girtin

Li Esfehanê di serdegirtina malan a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 10 jinên Bahaî hatin girtin. Nayê zanîn ku ka jinên hatine girtin birine ku derê.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Esfehan yê Îranê erkderên hikumeta Îranê di heman demê de li ser gelek malan de girt. Di dema serdegirtina malan a 21’ê Cotmehê de di lêgerînên ku hatin kirin de hat zanîn ku dest danîne ser tiştên şexsê ên jinan.

Navê 10 jinên Bahaî ên ku di serdegirtina malan de hatin girtin wiha ye: Prasto Hosseini, Arzoo Sobhanian, Yeganeh Roohbakhsh, Shana Shoghifar, Bahare Lotfi, Neda Badakhsh (Agah), Mozhgan Shahrezaei, Yeganeh Sahi, Negin Khademi û Neda Emadi.

Nehat zanîn ku jin ji ber kîjan sedemê hatine girtin û birine kuderê. Hat zanîn ku Yaganeh Masahi berê jî hatibû girtin.