Hawara Helebê: Em nikarin ji zarokên xwe re derman peyda bikin
Hela El-Ebid a yek ji niştecihên bajarê Helebê ye, da zanîn ku jiyan buha ye, xizmetên tunduristiyê kêm in û nikarin zarokên xwe baş xwedî bikin. Dayîka ku êş û azarên xizaniyê dikşîne, bang li rayedaran kir ku bihîstyar bin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250218-20250217-almadt-jpg19639a-image-jpgc4cabe-image.jpg)
XUFRAN EL-XIBIS
Heleb – Xemsariya qada tenduristiyê li Helebê ne nû ye. Lê bi hilweşîna rejîma Baasê re û piştî ku rêveberiya Sûriyê ket destê cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), ev rewş dijwartir bû. Binesaziya tenduristiyê, ji ber derfetên kêm û nebûna piştevaniyê nakeve xizmeta gel û civakê. Her wiha buhabûn û îstîsmarkirin jî roleke mezin dilîze. Ji ber van sedeman û gelek sedemên din, gel nikare jiyanek baş bijî.
Tenê çîroka jinek nîne
Di van şert û mercên dijwar de herî zêde jin para xwe ji vê êşê digrin. Ew bi nexweşînan re rûbirû dimînin û nayên dermankirin an jî nikarin derman ji xwe re peyda bikin. Her wiha dema ku zarokên wan nexweş dikevin, bê hêvî dimînin û nikarin wan derman bikin. Ev çîroka tenê jinek nîne, hemû jin bi vê êşê re rûbirû ne. Hela El-Ebid yek ji jinên Helebê ye û dayîka pênc zarokan e. Xaniyê ku tê de rûdinê, kirê ye. Hela ji me re behsa êş, zehmetî û astengiyên ku dikşîne, dike.
'Dayîk êş û azaran dikşînin'
Hela El-Ebid qala kêşeyên di jiyana xwe de kir û wiha got: "Zarokên min ji ber sermayê her tim nexweş in. Bi taybetî zarokê min ê biçûk ev demek e dikuxê û ez nikarim wî bibim nexweşxaneyê û derman bikim. Ji ber pere bi me re tune ye. Her roj zarokên min bi nexweşînan dikevin û nikarim çareseriyê ji wan re peyda bikim. Dayîk dema dibîne zarokên wê nexweş in û nikare ji wan re derman peyda bike, êşa wê ji hemû êşan girantir û mezintir dibe. Nayê bîra min ku em herî dawî kengî baş bûn û êşên me tunebûn."
'Neçar mam karê malên xelkê bikim'
Ji bo tedawîkirina zarokên xwe Hela El-Ebid neçar dimîne di malên xelkê de kar bike. Hela bi van gotinan behsa rewşa xwe kir: "Min zarokek xwe rakir nexweşxaneyê, ji ber ku nexweşîna wê gelek giran bû. Bijîşk got ji bo ku baş bibe, divê hûn van dermanan jê re bistînin. Lê mixabin pere bi min re tunebû ku ez derman ji zaroka xwe re bînim. Ez ji nexweşxaneyê derketim û hêviya min şikest. Min hîs kir ku nikarim parastina zarokên xwe bikim û jiyana baş ji wan re ava bikim. Di nava zehmetî û êşên ku dikşînim de, neçar mam karê di nava malan de bikim. Ez niha ji bo ku bikaribim pere bistînim û derman û xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikim, malên xelkê paqij dikim. Gelek rojan jî bê kar dimînim û pereyê ku distînim jî, tenê du rojan têra me dike. Min bi vî karî dikaribû piştî demekê derman ji zarokên xwe re peyda bikim."
'Derfetên ji bo jiyanê ji me re pêwîst in'
Hela El Ebid diyar kir ku ji ber buhabûnê, ew û zaroka xwe bi piya çûne cîhê ku bijîşk lê ye. Hela, her wiha bang li rayedarên eleqedar kir ku pirsgirêkên civakê çareser bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Min zarokê xwe da ser milên xwe û bi piya gihand cîhê ku bijîşk lê ye. Ev ne cara yekem e ez wisa dikim. Ji ber ku heqê rê zêde ye û pere bi min re tuneye. Banga me ji cihên pêwendîdar re ew e ku girîngî bidin qada tenduristiyê da ku xizmeta gel bikin. Divê parastina gel bi taybetî jî ya xelkê xizan were kirin û derfetên jiyanê ji wan re bên avakirin. Em dayîk, gelek kedê didin ku zarokên me baş mezin bin. Zarokên me nexweş dikevin, em nikarin ji wan re derman bînin. Nexweşxane jî ji ber derfetên kêm û piştevaniya kêm, nakevin xizmeta gel."